Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de rewşa Xezeyê gotûbêj kir.
Serokayetiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan li ser daxwaza aliyê Amerîkayê, li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyeke telefonî pêk aniye.
Li gorî daxuyaniyê, Erdogan û Trump pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Amerîkayê û rewşa dawî ya li Xezeyê gotûbêj kirine.
Erdogan di axaftina xwe de diyar kiriye ku serdana wî ya Washingtonê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê zêdetir xurt kirine û got:
"Girîng e ku di her warî de, bi taybetî jî di warê pîşesaziya parastinê de, gavên ji bo xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan de bên avêtin."
Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku "Tirkiye ji bo pêkanîna aştiyê li tevahiya herêmê, bi taybetî li Xezeyê, hewldanên gîrîng dike û ew daxuyaniyên ji bo vê armancê bi kêfxweşî pêşwazî dikin."
Serokkomarê Tirkiyeyê teqez kir ku Tirkiye pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ji bo aştiyê zêde kirine û dê berdewam bike ku beşdarî vîzyona aştiya cîhanî bibe.
Erdogan her wiha bal kişand ser wê yekê ku bidawîbûna êrişên Îsraîlê ji bo serkeftina hewldanên avakirina aştiya li herêmê girîng e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse