Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger Misir û Urdin Filistîniyên Xezeyê qebûl nekin ew dê alîkariyên ku didin wan welatan qut bike.
Trump li Ofîsa Oval bersiva pirsên rojnamegeran da.
Li ser pirsa "Eger Urdin û Misir Filistîniyên Xezeyê qebûl nekin hûn dê alîkariyên wan welatan qut bikin?" Trump got: "Erê. Çima na? Eger qebûl nekin dibe ku ez alîkariyan qut bikim."
Urdin û Misir di nav wan welatan de ne ku herî zêde ji alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê sûdê werdigirin.
Trump di daxuyaniya xwe ya 26ê Çileya Paşîn de li ser wêraniya Xezeyê gotibû:
"Ew der bi her awayî bûye qada wêraniyê, hema bêje her tişt hildiweşe û mirov li wir dimirin.
Ji ber vê yekê ez tercîh dikim ku bi hin welatên Erebî re bixebitim û belkî li cihekî din ku dikarin bi aştî lê bijîn, xaniyan ava bikin."
Trump bang li Urdin û Misirê kir û got divê her du welat ji Xezeyê zêdetir Filistîniyan qebûl bikin.
Trump 4ê Sibatê jî anî zimên ku ji bilî terkirina Xezeyê tu alternatîfên Filistîniyan nînin û xwest ku welatên cîran Urdin û Misir Xezeyiyên ku ji warên xwe bûne bipejirînin.
Alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Misir û Urdinê
Amerîkayê sala 2023yan nêzîkî 1,7 milyar dolar alîkarî da Urdinê û 1,5 milyar dolar jî da Misirê.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Washingtonê bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Badr Atî re civiya.
Rubio girîngiya hevkariyê ya piştî şerê Xezeyê anî zimên û got, "Divê Hamas careke din Xezeyê bi rê ve nebe."
Wezareta Karên Derve ya Misirê piştî civînê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku Wezîr Badr Atî careke din anî zimên ku tekez ew li dijî bicihkirina Filistîniyên Xezeyê li deverên din e.
Trump ku 5ê Sibatê li Koşka Spî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya, ramanên xwe yên derbarê veguhestina Xezeyiyan a welatên din de dubare kir û got, "Ez difikirim ku divê xelk venegerê Xezeyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse