Penaxwaz li kolanên Brukselê li hêviya diyarkirina çarenûsa xwe ne

04-02-2023
RÛDAW
Penaxwaz li kolanên Brukselê li hêviya diyarkirina çarenûsa xwe ne
Penaxwaz li kolanên Brukselê li hêviya diyarkirina çarenûsa xwe ne
Nîşan Bruksel Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konên penaxwazan li nav cergê Ewropayê. Çend meh in li kolanên sar ên Bruksela paytexta Belcîkayê dikin sibe. Hejmarek penaxwaz di bin konan de, li benda diyarkirina çarenûsa xwe ne. Qirêjî û bêserûberbûna çadiran nîşaneya siyaseta tevlîhev a Ewropayê ye li beramber koçberan.

Penaxwazê Efxan Şînwêr anî ziman, “Hewa gelekî sar e û hinek kes bi gribê ketin. Ji ber ku em nizanin dê sibe çi bê serê me, derûniya me hemûyan têk çûye. Ji bo mayîn û jiyanê cihê me nîne. Em weke koçeran li kolanan dijîn.”

Li gor amarên fermî yên Yekitiya Ewropayê, sala borî zêdetir ji 924 hezar kesan ji welatên Ewropî daxwaza mafê penabertiyê kirine. Ev di demekê de ye sala 2021ê, hejmara daxwazên penabertiyê zêdetir ji 535 hezar kesan bû. Piraniya kesên daxwaza penabertiyê kiribûn Sûriyeyî bûn, ku 17 hezar û 739 kes bûn. Piştre bi 14 hezar û 877 kesan welatên Afxanî daxwaza penabertiyê kiribûn û piştre jî bi 8 hezar û 342 daxwazên penabertiyê welatiyên Tirkiyê tên. Welatiyên Kolombiyayê di rêza çarem de ne, ku 4 hezar û 884 kesan daxwaza penabertiyê kiriye û pêncemîn welatiyên Venezuelayê ne ku 4 hezar û 350 kes in.

Rêxistinên mirovî yên Ewropî rexneyan li welatên Ewropî digirin û bi wê yekê tohmetbar dikin ku deriyên xwe ji penaxwazan re girtine.

Serokê Rêxistina Pizîşkên Cîhanî ya Belcîkayê Michael Genet got, “Belcîka welatekî wiha tê zanîn ku pêşwaziya xelkê dike lê ew xelkên ku berê xwe dane wê li ser kolanan li ber vê sermayê dijîn û ti hêviyeke wan jî nîne.”

Deshilatdarên Ewropayê ragihandine, ji sala 2015an ve salane daxwaza mafê penabertiyê li welatê Ewropayê %14 zêde bûye. Neteweyên Yekbûyî jî dibêje, ji sala 2014an ve zêdetir ji 25 hezar koçberên xeyala çûna Ewropayê dikirin li rê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst