Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku ew hêvî dike ku pêwîstî bi bikaranîna çekên atomî nebe.
Vladimir Putin dibêje ku hêz û çavkaniyên wan ên pêwîst hene da ku şerê Ukraynayê bi awayê ku ew dixwazin bi dawî bikin.
Vladimir Putin ragihand ku Rûsya xwedî hêz û çavkaniyên pêwîst e ji bo ku "operasyona Ukraynayê" bi awayê ku Rûsya dixwaze bi dawî bîne.
Televîzyona fermî ya Rûsyayê kurtefîlmek li ser 25 saliya serokatiya Putin belav kir.
Di vê kurtefîlmê de rojnamegerekî pirsa îhtimala bikaranîna çekên atomî ji Putin kir û wî jî wiha bersiv da:
"Wan xwest me han bidin ku em şaşiyan bikin. Heta niha ti pêwîstî ji bo bikaranîna wan çekan nebûye û hêvîdar im pêwîstiya me bi wan nebe."
Di Sibata 2022an, bi fermana Putin bi hezaran leşkerên Rûsyayê ketin nava axa Ukraynayê û şer dest pê kir.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ev mezintirîn şer û qeyrana Ewropayê ye ku rû daye.
Washington ji navbeynkariyê vedikişe
Bi sed hezaran leşker ji her du aliyan hatine kuştin û Serokê Amerîkayê Donald Trump çend caran ragihandiye ku ew dixwaze wê "gola xwînê" rawestîne.
Bi armanca rawestandina şerê Rûsya û Ukraynayê şandeyên Rûsya û Amerîkayê li Erebistana Siûdî civiyan.
Beriya bi çend hefteyan Trump bêzariya xwe ji negihîştina encamê ya Rûsya û Ukraynayê nîşan da.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Washington hîn pabendê hewlên aştiyê ye li Ukraynayê lê dê rola xwe ya navbeynkariyê kêm bike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di daxuyaniya xwe de ji rojnamevanan re got: "Em dê ji bo danûstandinên navbeynkariyê bi lez li çar aliyên cîhanê negerin.
Kremlin dibêje şer ew qasî aloz e ew pêşveçûna ku Washington dixwaze zehmet e.
Trump hişyarî daye ku dibe ev aloziya Rûsya û Ukraynayê "Şerê Cîhanê yê Sêyem" pêk bîne.
Li aliyekî din, birêvebirê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns ragihand:
"Metirsiyeke mezin hebû ku dawiya 2022an Rûsya çekên etomî bi kar bîne lê Kremlinê ev yek red kir.
Niha Rûsya nêzîkî beşeke zêde ya axa Ukraynayê kontrol kiriye lê Kîevê dest ji şer nekişandiye û şer didomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse