Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî li seranserî dinyayê hejmara mirovên ku rûbirûyî birçîbûnê di bin, ji sala 2014an û vir ve nêzîkî 60 milyon kesî zêde bûye.
Neteweyên Yekbûyî li ser Ewlekariya Xorakê raporek amade kiriye û li gor raporê 690 milyon kes ango ji sedî 9ê niştecihên dinyayê, nikarin têr bixwin.
Birçîbûna herî zêde li Afrîka tê dîtin. Li wir, serê 5 kesan 1 di bin sînorê rêjeya hejariyê de dijî.
Rapor balê dikşîne ser bandora vîrusa koronayê ya li ser zêdekirina hejariyê û dibêje, eger ev rewş wiha berdewam bike, dê di sala 2030î de hejmara mirovên ku nikarin têr bixwin bigihîje 840 milyon kesî.
Piştî vîrusa koronayê, ragihandina qedexeya derketina derve û girtina rêyên birin û anîna xorakê, bû sedem ku gelek kesên din jî nema karibin xwe bigihînin xwarina pêwîst û ji ber vê yekê 130 milyon jin, mêr û zarok rûbirûyî birçîbûnê bûne.
Li gorî raporê, nêzîkî 3 milyar kes nikare xwe bigihîne xoraka tendirust. Ji sedî 1,9 milyar kes li Asya dijîn û 965 milyon kes jî li Afrika dijîn.
Ji ber nebûna xoraka tendirust û bandora wê li ser tendurustiya mirovan, wê di sala 2030î de xerciyên tendirustî zêde bibin û bigihîjin 1,3 trilyon dolaran.
Hejmara herî zêde ya mirovên hejar, li parzemîna Asya dijîn ew jî 380 milyon kes in. Di rêza duyemîn de bi 250 milyon kesan Afrîka tê.
Tiştê balkêş ew e ku him li welatên hejar û him li welatên dewlemend jî hejmara kesên qelew zêde dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse