Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên Helebê yên di navbera hêzên Şamê û Asayîşê de daxuyaniyeke taybet da Rûdawê.
Washingtonê bangî aliyan kir ku aram bin û da zanîn ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barack ji bo diyalogê di nav hewldanan de ye.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê aloziya ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bûye sedema windahiyên canî ji Rûdawê re axivî.
Rayedarên wezaretê tekez kir ku divê tundiya li herêmê were rawestandin û alî vegerin ser peymana ku meha Adarê li ser hatibû lihevkirin.
"Divê hemû alî aram bin"
Di daxuyaniya wezaretê de hat xwestin ku aktorên li qadê şer rawestînin û wiha hat gotin:
"Em bipêşketinê li Helebê dişopînin. Em bangî hemû aliyan dikin ku aram bin û aloziyê zêdetir gur nekin."
Tom Barack ji bo diyalogê ket dewrê
Hat diyarkirin ku xebatên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barack ên ji bo xurtkirina pêwendiya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çareserkirina krîzê berdewam in.
Washingtonê piştrast kir ku Barack rola hêsankirina hevdîtinên di navbera her du aliyan de didomîne.
Roja duşemê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di navbera komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) de şer derketibû.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, di encama wî şerî de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 25 kes jî birîndar bûne.
Piştî şer û pevçûnan, derengiya şeva duşemê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyên cuda ragihand ku şer rawestiyaye û ew pabendî agirbestê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse