Dusseldorf (Rûdaw) - Li Londonê forumeke girîng û balkêş a li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî û paşeroja wê tê lidarxistin.
Forum ji aliyê Komeleya Nifşê Nû ya Kurdan a li Derveyî Welat (KANGA) ve tê organîzekirin ku yek ji saziyên herî çalak ên Îngilistanê yên di warê perwerdeya Kurdî de ye.
KANGA saziyek e ku gelek dibistanên Kurdî di bin sîwana xwe de digire û ev demeke dirêj e ku ji bo baştirkirina rewşa perwerdeya bi Kurdî di nav sîstema perwerdeyê û yasayên Îngilistanê de dixebite.
Komele ji bo ku zarokên Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyeke bi kalîte bistînin, projeyên curbicur dimeşîne û armanc dike ku di vî warî de hişyariyê zêde bike.
Tê payîn ku gelek akademîsyen û pisporên ji zanîngehên Keyaniya Yekbûyî, Ewropa û Kurdistanê beşdarî foruma ku dê 5ê Çiriya Pêşîn a 2025an were lidarxistin bibin.
Beşdar dê derfet û astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî gotûbêj bikin.
"Derfet û astengî dê bên nîqaşkirin"
Birêvebirê KANGAyê û organîzatorê forumê Şewbo Mihemed diyar kir ku di forumê de dê li ser derfet û astengiyên li pêşiya perwerdeya Kurdî ya li Îngilistanê nîqaş bên kirin.
Mihemed her wiha anî ziman ku forum dê ronahiyê bide ser rola pêşketinên teknolojîk, awayê sûdwergirtina ji medyaya nû û gelek mijarên din ên girîng ên ji bo pêşxistina perwerdeya bi Kurdî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse