Li Amerîkayê lehî: Herî kêm 24 mirî û 20 zarok winda ne

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Teksas Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Teksasê ya a Amerîkayê di encama lehiyên ji ber baranên dijwar ên li gelek herêman rû dane de, herî kêm 24 mirin û agahî ji 20 zarokan nayê standin.

Şerîfê Kerr Countyê Larry Leitha ku yek ji herêmên lehî lê rabûye ye, di civîneke çapemeniyê de derbarê geşedanên dawî de agahî da.

Leitha diyar kir ku ji ber lehiyên li herêma Kerr Countyê ku dikeve navenda eyaletê, herî kêm 24 mirine û got:

"Niha çend kesên din hene ku me hêj nasnameya wan diyar nekiriye, xebatên me didomin. Ev dê bi îhtimaleke mezin pêvajoyeke çend rojan be."

Leitha da zanîn ku dema "hişyariya lehiyê" li herêmê hatiye dirêjkirin û destnîşan kir ku dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Agahî ji 20 zarokên ku kamp danîbûn nayê wergirtin

Alîkarê Parêzgarê Teksasê Dan Patrick di civîna çapemeniyê ya li Houstonê de axivî:

Patrickragihand ku agahî ji 20 zarokên ku li herêma Hill Countyê di dema kampê de di lehiyê de mabûn, nayê standin û wiha got:

"Ev nayê wê wateyê ku ew winda bûne, dibe ku li ser daran bin an jî tenê li derveyî qada ragihandinê ne."

Ji ber "lehiya di asta karesatê de" ku li kampeke taybet a Xiristiyanan a havînê ya ji bo keçan rû da, Dan Patrick ragihand ku li Camp Mysticê 14 helîkopter, 12 dron û 500 kes ji tîmên hawarçûnê beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.

Parêzvanên Neteweyî yên Texasê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, agahî dan ku ew bi awayekî çalak beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dibin.

Li Teksasê ji ber baranên dijwar ên ku şeva borî ji nişka ve dest pê kiribûn, Çemê Guadalupe yê li herêma Kerr Countyê av di ser re avêtibû û bûbû sedema lehiyên ji nişka ve.

Parêzgarê Teksasê Gregg Abbott di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de, diyar kiribû ku wan ji bo têkoşîna li dijî lehiyên wêranker hemû derfetên xwe seferber kirine.

Ji aliyê din ve, hatibû ragihandin ku roja borî li eyaleta New Jerseyê ya Amerîkayê ji ber barana zêde û bahozê, di encama wergerîna daran a li ser wesayîtên wan de 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst