Dusseldorf (Rûdaw) - Almanya bi 3 milyon û 300 hezar penaber û koçberan li Ewropayê bû xwediya civaka herî mezin a koçberan.
Hikûmeta Almanyayê hin agahiyên pir balkêş li ser hejmara kesên ku li wî welatî xwedî mafê rûniştinê ne ango destûra wan a rûniştinê ya penaberiyê yan parastinê heye belav kirin.
Li gorî van daneyan, 3 milyon û 300 hezar kes ji niştecihên Almanyayê ew kes in ku destûra wan a rûniştinê (îqame) heye.
Ango ji her 25 kesên niştecihên wî welatî, yek ji wan xwedî îqame ye.
Ji van zêdetirî 3 milyon kesan, yek milyon ji wan xelkê Ukraynayê ne.
Yên din 713 hezar welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, 190 hezar welatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê û 150 hezar jî welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne.
Ev kes ji wan kesên ku welatînameya wan a Almanyayê heye û xwedî paşxaneyeke koçberiyê ne, cuda ne.
Di daneyan de diyar dibe ku ev xwedî-îqame piranî ciwan in û pêwîstiya bazara kar a Almanyayê jî bi hêza kar a ciwanan heye.
Rêjeya navîn a temen a Almanan 45 sal e lê rêjeya navîn a temen wekî nimûne, ya xwedî-îqameyên Sûriyeyî, Rojavayî, Îraqî û Başûrî di nav van zêdetirî 3 milyon koçberan de 28 sal e.
Her wiha temenê sêyeka wan jî di bin 18 saliyê de ye.
Ji bilî vê, niha 427 hezar kes hene ku serlêdanên wan ên îqameyê hîn nehatine bersivandin û li benda bersivê ne.
Her wiha 171 hezar kes jî hatine dersînorkirin lê hîn li Almanyayê mane.
Bi van hejmaran, Almanya li seranserê Ewropayê bûye xwediya civaka herî mezin a koçberan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse