Trump: Îranê qebûl nekir ku bernameya wê ya nukleerê bê çavdêrîkirin

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Îsraîl Bernameya Nukleerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Tramp diyar kir ku Îranê qebûl nekiriye ku bernameya wê ya nukleerê were çavdêrîkirin an jî dev ji dewlemenkirina uranyumê berde.

Serokê Amerîkayê Donald Tramp di balafira "Air Force One" de axivî, bernameya nukleerê ya Îranê nirxand.

Tramp da zanîn ku ew bawer dike çalakiyên nukleerê yên Îranê bi awayekî mayînde rastî astengiyê hatine lê belê îhtimal heye ku ev welat bernameyê li cihekî din ji nû ve bide destpêkirin.

Tramp anî ziman ku eger Îran dest bi hilberandina çekên nukleerê bike dê ev bibe pirsgirêk û got, "Em dê rê nedin ku ev yek çêbibe."

Tramp destnîşan kir ku Îran qebûl nake ku çavdêrî li ser bernameya wê ya nukleerê bê kirin an jî dev ji dewlemendkirina uranyumê berde.

Serokê Amerîkayê her wiha ragihand ku hefteya bê di hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de dê mijara Îranê were gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst