Dusseldorf (Rûdaw) - Li Brîtanyayê cara yekem e di rapirsiyan de partiyeke dijî koçberan dikeve pêşiya partiyên serekî yên naskirî.
Di dirêjahiya vê hefteyê de, Partiya Reformê ya Brîtanyayê di rapirsiyan de di navbera ji sedî 26 heta ji sedî 30 dengan bi dest xistiye.
Li beramber vê, Partiya Karkeran a desthilatdar ku rêberê wê Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer e, di navbera ji sedî 22 heta ji sedî 25 dengan bi dest xistiye.
Her wiha Partiya Mihafezekaran a mixalefetê jî di navbera ji sedî 16 heta ji sedî 19 dengan bi dest xistiye.
Sedema serekî ya vê bipêşketina mezin a Partiya Reformê ya dijî koçber vedigere wê yekê, tevî ku hikûmeta niha ya Brîtanyayê û hikûmeta berê ya Partiya Mihafezekaran soz dabûn ku rê li ber hatina zêdetir a koçberan a bi rêya Kanala Îngilîzî bigirin lê daneyên nîşan didin ku îsal hatina koçberan bi rêya heman kanalê rekor şikandine.
Di nîvê yekem ê îsal de, 19 hezar û 982 koçberan bi belemên piçûk ji Fransayê û bi rêya Kanala Îngilîzî xwe gihandine Brîtanyayê.
Par di heman demê de ev hejmar 13 hezar û 489 koçber bû.
Hikûmeta niha ya Brîtanyayê dibêje ku di dema borî de ji bo dersînorkirina koçberan gelek kar kiriye û heta niha 24 hezar kes hatine dersînorkirin.
Her wiha li gel Fransayê li ser wê yekê rêkeftinek hatiye kirin ku koçberên bi rêya Kanala Îngilîzî tên, werin dersînorkirin û Fransa wan paşde wergire.
Di beramber de, Brîtanya dê wan koçberên ku merivên wan li Brîtanyayê ne û niha li Fransayê dimînin wergire û mafê rûniştinê (îqame) bide wan.
Tê çaverêkirin ku di serdana hefteya bê ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron a Brîtanyayê de, ev rêkeftin were ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse