Brîtanya: Em dê beşdarî îtilafa Amerîka li Tengava Hurmiz bibin

05-08-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Brîtanya Tengava Hurmiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanya bi awayeke fermî ragihand ku ew dê beşdarî Îtilafa Amerîka li Tengava Hurmiz bibe.

 

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab ragihand ku  hikûmeta welatî wî biryra daye ku tevlî Îtilafa Amerîka bibe ji bo parastina asayişa keştîvaniyê li Tengava Hurmizê.

 

Dominic Raab diyar kir ku ew dê bang li hevpeymanên xwe yên din jî bike ku tevlî wê îtilafê bibin.

 

Raab got: “Em dê sûdê ji wan keştiyên cengî bibînin ku li navçeyê hene. Hevahengiya hêzên serbazî û keştîvaniya bazirganî dê li Kendavê zêde bibe.”

 

Birîtanya berê hewla avakirina hevpeymaniyeke Ewropî ji bo parastina keştiyên bazirganî li Kendavê da, di demeke zû de çend welatên Ewropî bersiva erênî dan. Niha ku Brîtanya çûye nav Îtilafa Amerîkî de, nexuyaye ka dê hevpeymaniya Ewropî jî bimîne yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst