Federasyona Navneteweyî ya Dîasporaya Kurdan hawara xwe gihand koçberên Êzidî

05-10-2021
RÛDAW
Hejmareke koçberên Kurdî Êzidî li ser sînorê Berlerûs-Polonyayê asê mane
Hejmareke koçberên Kurdî Êzidî li ser sînorê Berlerûs-Polonyayê asê mane
Nîşan Kurdên Êzidî Belarûs Federasyona Navneteweyî ya Dîasporaya Kurdan Hejarî Şamîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Navneteweyî ya Dîasporaya Kurdan xwe gihand komek koçberên Kurdên Êzidî ku xelkê Şingalê ne, li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mane û alîkariyên mirovî pêşkeşî wan kir.

Komek koçberên Kurdên Êzidî ku xelkê Şingalê ne, ev heyamek e, li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mane û tê gotin ku tiştekî wan nameya bixwin.

Rewşenbîrê Kurd Hejarê Şamîl ji beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku piştî nûçeya Rûdawê ew ji rewşa wan koçbera agahdar bûne û  piştre ji biryar dane weke şandeke Federasyona Navneteweyî ya Dîasporaya Kurdan xwe bigihînin wê grûpa Kurdên Êzidî yên li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mane.

Hejarê Şamîl dibêje: “Me ji Rûdawê bihîst ku, 32 Kurdên Şengalê li sînorê Bêlarûs û Polonya asê mane, bi însîyatifa xêrxaz rêzdar Kadir Balayêv, tevî endamê rêveberiya Federasyona Navneteweyî ya Dîasporaya Kurdan rêzdar Mamê Mamoyî me xwe gihand hewara wan. Me xwe gihand 14 kesan û em dê pişt re xwe bigihînin 17 kesên din. Gelekî westiyayî, dilşikestî, bêbawerî û bêçare bûn. Em dixwazin pirsgirêkên wan ên madî û manevî çareser bikin.”

Şamîl amaje bi wê yekê kir ku ew dikarin bo têra 2-3 mehan alîkariya wan bike, lê ew ne çareserî ye û divê pirsa wan bi yekcarî were çareserkirin û got: “Çi ji destê me tê me kir, lê em dibînin ku kareseta Şingalê hêj berdewam e. Em îro vê tiştê dibînin. Em dikarin di warê madî de pirsa wan çend mehan çareser bikin, lê kareset berdewam e, û divê ew were çareserkirin.”

Derbarê rewşa wan de jî Şamîl diyar kir ku rewşa wan gelek dijwar e, Belarûsiya dixwaze wan derbasî Ewropayê bike, lê welatên ewropî pêşî li wan girtî ye.

Bi gotina Hejarî Şamîl dibe ku ji 3 hezarî zêdetir Kurdên Êzidî di rêya ber bi Ewropayê de bin, divê Kurd weke netew çareseriyekê ji rewşê re bibînin.

Hejarî Şamîl herwiha got: “Ev ji Kurdistanê razî ne û ti giliyê wan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne, lê ew daxwaza jiyaneke baştir dikin. Ew kampên li Kurdistanê hatine çêkirin têra wan nake, ew dixwazin zarokên xwe bidin xwendin û zarokên wan jî wek hemû zarokên din be.”

Îsal bi hezaran koçberên ji Iraq, Efxanistan û Afrîkayê hewl dan ku di ser sînorê Belarûsê re xwe bigihînin welatên Yekîtiya Ewropayê.  Lê Yekîtiya Ewropayê di wê baweriyê de ye ku Belarûs bi zanebûn koçberan li ser sînorên xwe kom dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst