Vê carê jî Gurcistan li nav hev ket, gelek birîndar hene

05-10-2025
Nîşan Gurcistan Xwenîşandan Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gurcistanê di pevçûnên di navbera polîs û xwenîşanderên ku hewl da Koşka Serokkomariyê kontrol bikin de, 21 polîs û 6 xwenîşander birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Kar, Tenduristî û Parastina Civakî ya Gurcistanê, di pevçûna ku şevê li Tiflîsê di dema xwenîşandanê de derket de 21 polîs û 6 xwenîşander birîndar bûne.

"Hewldanên ji bo rûxandina hikûmetê bi ser neketin"

Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze jî derbarê bûyerên li Tiflîsê daxuyaniyek da û ew kesên ku hilbijartinên herêmî nas nakin û derketine kolanan, bi hewldana rûxandina hikûmetê tohmetbar kirin.

Irakli Kobakhidze diyar kir ku xwenîşanderên ku hewl da Koşka Serokkomariyê kontrol bikin, hewl daye hikûmetê birûxînin û destnîşan kir ku hewldana xwenîşanderan bi ser neketiye.

Kobakhidze anî ziman ku her kesê ku ji bo rûxandina hikûmetê serî li rêyên neyasayî bide dê "bersiveke tund" ji dewletê wergire û got, "Yasa dê gelekî tund be."

Polîsan midaxeleyî xwenîşanderan kiribû

Li Gurcistanê hinek partiyên mixalefetê yên ku hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê yên sala 2024an nas nakin, ragihand ku ew hilbijartinên herêmî yên 4ê Çiriya Pêşîn jî rewa nabînin û li Tiflîsê xwenîşandan li dar xistin.

Nûnerê partiya Tevgera Neteweyî ya Yekbûyî Murtaz Zodelava di axaftina xwe de bang li xwenîşanderan kiribû ku Koşka Serokkomariyê "kontrol bikin."

Li ser vê yekê, xwenîşanderên ku ber bi serokkomariyê ve meşiyan, hewl da bêyî destûr bikevin avahiyê, koma ku bariyer şikandin, bi polîsên ku li wir hatibûn bicihkirin re pev çûn.

Piştî ku xwenîşanderan dest bi avêtina kevir, şûşeyên avê û tiştên din kir hêzên taybet ên polîsan ên li pêşiya avahiyê bi gaza îsotê bersiv da.

Bi wesayîta ava bişid midaxeleyî xwenîşanderên ku bariyer danîbûn hat kirin.

Li Qada Orbelianiyê ya ku xwenîşandanan lê berdewam dikir jî di navbera polîs û xwenîşanderan de pevçûn derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst