Li Amerîkayê balafira kargoyê ket, gelek mirî û birîndar hene

05-11-2025
Nîşan Amerîka Balafira Kargoyê Ketin Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Kentuckyê ya Amerîkayê balafireke kargoyê ket û 7 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Parêzgarê Kentuckyê Andy Beshear, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê qezaya li Balafirgeha Navneteweyî ya Muhammad Ali ya li bajarê Louisvilleê daxuyaniyek da.

"Nûçeyên ji Louisvilleê îşev xerab in”

Beshear diyar kir ku balafira aîdî kompanyaya kargoyê ya UPSê piştî ku ji pîstê rabûye di demeke kurt de ketiye xwarê û got:

"Nûçeyên ji Louisvilleê îşev xerab in, hejmara miriyan herî kêm gihiştiye 7an û tê payîn ku ev hejmar zêde bibe."

Waliyê Kentuckyê da zanîn ku di qezayê de 2 karker jî winda ne û 11 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên li derdorê û tên dermankirinê.

Beshear her wiha destnîşan kir ku di balafirê de "kargoyeke taybet a xeter" ku dê ji bo derdorê bibe pirsgirêkeke jîngehê tunebûye.

Şaredarê Louisvilleê Craig Greenberg jî ragihand ku hemû tîmên hawarçûnê yên bajêr li cihê bûyerê ne û xebatên vemirandina agir didomin.

Di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de, tê dîtin ku di dema rabûna balafirê de ji motora baskê wê yê çepê agir derdikeve û piştî rabûnê demildest dikeve erdê.

Hat ragihandin ku lêkolîn li ser sedema ketina balafira cureyê MD-11 a bi hejmara seferê UPS 2976 a ku ber bi bajarê Honolulu yê eyaleta Hawaiiyê ve diçû didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst