Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores piştî du rojan ji girtina wan, birin dadgeheke federal a li Manhattana New Yorkê.
Ev yekem derketina wan a li pêşberî dadgerekî Amerîkî bû piştî ku di operasyoneke leşkerî ya Amerîkayê de li Caracasê hatibûn girtin.
Ev rûniştin destpêka rêkarên berî darizandinê ye û hîn darizandina temam dest pê nekiriye.
Di rûniştinê de çi hate kirin?
Dadger tohmetên ku li dijî Maduro û hevjîna wî hatine amadekirin xwendin.
Tohmet ev in: Bazirganiya narkotîkê û teror (narkoterorîzm), plana birina kokainê ya ji bo Amerîkayê, xwedîkirina çek û teqemeniyên neyasayî.
Maduro û Floresê hemû tohmet red kirin û ragihand ku ew "bêtawan in." Dadgehê 17ê Adara 2026an wekî roja rûniştina bê diyar kir da ku rêkarên dadweriyê werin temamkirin.
Rûniştin nêzîkî 30 xulekan ajot û tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn standin.
Destûr nehate dayîn ku kamera bikevin hundir û çavdêran ji jûreke din rûniştin şopand.
Parêzerê Maduro kî bû?
Di rûniştina ewil de, Barry J. Pollack wekî parêzerê Maduro amade bû. Pollack parêzerekî navdar ê Amerîkî ye û di dozên krîmînal ên hestyar de xebitiye.
Ew yek ji parêzerên berê yên damezirînerê Wikileaksê Julian Assange e ku Pollack bi salan li dadgehên Amerîkayê berevaniya wî kiribû.
Pollack bêhtir di dozên federal ên kompleks de dixebite ku pêwendiya wan bi ewlehiya niştimanî, hiqûqa navneteweyî û kesayetên siyasî yên payebilind re heye.
Her wiha Mark E. Donnelly wekî parêzerê Cilia Floresê amade bû û dilgiraniya xwe ya li ser tenduristiya wê anî zimên.
Dadger kî bû?
Alvin K. Hellerstein, dadgerê Dadgeha Federal a Herêma Başûr a New Yorkê rûniştin bi rê ve bir.
Zanyarî derbarê Dadger Hellerstein de:
- Ew 92 salî ye (1933an ji dayîk bûye).
Sala 1998an ji aliyê Serokê wê demê yê Amerîkayê Bill Clinton ve wekî dadgerê federal hatiye wezîfedarkirin.
- Yek ji dadgerên herî biemr û kevn ê dadgeha federal e.
Hellerstein di maweyê karê xwe de serperştiya dozên mezin kiriye ku hin jê ev in:
- Dozên pêwendîdarî êrişên 11ê Îlonê.
- Dozên darayî û kompleks ên sextekariya şirketên mezin.
- Doza li dijî Michael Cohen, parêzerê berê yê Donald Trump.
- Doza Hugo Carvajal (Pollo), berpirsê berê yê îstîxbarata Venezuelayê ku niha alîkariya rayedarên Amerîkayê dike.
Dayîna dosyaya Maduro ji bo Dadger Hellerstein nîşan dide ku dadgeha federal vê dozê wekî dosyayeke navneteweyî ya "gelekî girîng" dibîne.
Maduro di dadgehê de çi got?
Maduro di rûniştina kurt de teqez kir ku ew bêtawan e û gelek caran tohmet red kirin.
Maduro destnîşan kir ku ew hîn "serokê rewa" yê Venezuelayê ye û got, "Ez mirovekî paqij im."
Maduro diyar kir ku ew di operasyonê de ji aliyê hêzên Amerîkayê ve "hatiye revandin" û xwe wekî "dîlê şer" pênase kir.
Bi vê yekê daxwaz kir ku li gorî yasayên navneteweyî mafên wî werin parastin.
Her wiha got ku wî berî rûniştinê lîsteya tohmetan nedîtiye û nû di dadgehê de pê re hatiye gotin.
Daxwazên tîma berevaniyê
Tîma parêzerên Maduro daxwaza çavdêriya bijîşkî ji bo Maduro û bi taybetî ji bo Cilia Floresê kir û gotin ku piştî girtinê pirsgirêkên wan ên tenduristiyê çêbûne.
Her wiha parêzeran li ser yasayîbûna girtina Maduro guman nîşan da û gotin ku ew "serokê welat e"; wan eşkere kir ku ew dê di pêşerojê de bi hûrgilî îtirazî vê mijarê bikin.
Cilia Floresê çi got?
Cilia Floresa hevjîna Maduro jî bi kurtî peyivî û got "Ez bêtawan im." Wê bi zimanê Îspanî xwe da naskirin û got,"Ez xanima ewil a Komara Venezuelayê me."
Parêzerê wê daxwaz kir ku dadgeh piştrast be ku ew ji bo birînên xwe yên dema girtinê tedawiya bijîşkî ya temam werbigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse