Maduro li New Yorkê tê darizandin: 'Edalet yan revandina serokê welatekî?'

06-01-2026
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Dîmenê veguhastina Maduro ya ji bo dadgehê\ Wêne: Reuters
Dîmenê veguhastina Maduro ya ji bo dadgehê\ Wêne: Reuters
Nîşan Nicolas Maduro Venezuela Amerîka New York
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişa Amerîkayê ya li ser Venezuelayê dilgiraniyên derbarê aştiya cîhanî de zêde dike.

Ev hejmara zêde ya kamerayan, hêzên polîsan û xwenîşanderên li ber dadgeheke New Yorkê nîşan didin ka li vir darizandineke çawa ya neasayî bi rê ve diçe.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li Dadgeha Herêma Başûr a New Yorkê ji aliyê dadgerekî xwedîezmûn ê 92 salî ve tê darizandin.

Ev ne darizandineke navneteweyî ye, darizandinek e ku yasayên Amerîkayê pêk tîne.

Yê ku li hundir tê darizandin, serokê welatekî xwedîserwer e ku tevî hevjîna xwe dawiya vê hefteyê ji aliyê hêzeke komando ya Amerîkayê ve hatin revandin.

Çalakvan Gabriel Engel ji Rûdawê re got,"Tişta ku Amerîkayê bi revandina Serok Nicolas Maduro kir, li gorî hiqûqa navneteweyî çalakiyeke neyasayî ye.

Tu nikarî rê bidî welatan ku serokên neteweyên xwedîserwer bi vî rengî birevînin.

Bi baweriya min ev hemû pêwendî bi wê rastiyê re heye ku Venezuela welatê xwediyê mezintirîn rezervên petrolê ye li cîhanê."

“Ez bi girtina Maduro kêfxweş im”

Ji bo hemû xwenîşanderan pirsa yasayîbûna girtina Maduro ne girîng bû.

Xwenîşandera Venezuelayî Marines Su ji Rûdawê re got, "Ez xwe gelekî dilxweş hîs dikim. Ez ji bo dîtina Maduro ya li wir (nav dadgehê) pir bi kelecan im.

Ez dikarim bêjim ku îro roja herî baş a jiyana min bû."

Wilfredo Briceno jî got: "Venezuela salên 70 û 80yî welatekî awarte bû. Em welatekî ecêb bûn û derfetên mezin li ber her kesî hebûn.

Êdî ew serdem bi dawî bûbû lê niha ew dem ducare vedigere."

Neteweyên Yekbûyî dilgiran e

Çend kîlometreyan dûrî vir, li Neteweyên Yekbûyî nîgeranî li ser paşeroja îstîkrara cîhanê hatin zimên.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, "Sekreterê Giştî ragihand ku ew ji ber îhtimala zêdebûna bêîstîkrariyê li Venezuelayê û bandorên wê yên li ser herêmê gelekî dilgiran e.

Her wiha ew ji ber wê mînaka ku operasyona leşkerî ya Amerîkayê ji bo pêwendiyên navbera dewletan ava kiriye dilgiran e."

Li Encumena Ewlehiyê civîneke neasayî hat lidarxistin. Balyoza Kolombiyayê ya li Neteweyên Yekbûyî Leonor Zalabata pirsî,"Eger welatek, bi taybetî welatekî ku endamê daîmî yê vê encumenê ye, bêrêziyê li wan yasayên navneteweyî bike ku li San Franciscoyê hatine amadekirin, naxwe rola vê encumenê çi ye? Û bingehên aştî û ewlehiya navneteweyî li kû ne?"

Balyozê Rûsyayê Vassily Nebenzia jî got, "Ew kesên ku di rewşên din de daxwaz dikin ku rêz li Peymana Neteweyên Yekbûyî were girtin, îro bi awayekî taybet wekî durû û ne hêja xuya dikin."

Alîkarê Balyozê Çînê Sun Lei jî diyar got, "Çîn bi tundî şok bûye û vê çalakiya yekalî, neyasayî û zordar a Amerîkayê şermezar dike."

Amerîka di bersivê de Maduro bi sûcên mezin ên li dijî Amerîkiyan tohmetbar dike.

“Operasyon pêkanîna yasayê bû”

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Michael Waltz got, "Ev operasyoneke bicihanîna yasayê bû ji bo bicihanîna wê daxwaza dadgehê ku bi dehan sal in heye.

Amerîkayê bazirganekî narkotîkê girtiye ku niha li gorî serweriya yasayê li Amerîkayê tê darizandin, ji ber wan sûcên ku 15 sal in li dijî gelê me pêk anîne."

Tenê tiştekî wiha kiriye ku Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe guh nede dilgiraniyên navneteweyî.

Ew jî asta bipêşketina teknolojîk a çekên wê ye ku wisa xuya dike Washington pê bawer e ku bêrîkabber e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst