Moskow (Rûdaw) - Misilmanên biyanî yên ku li Moskowa paytexta Rûsyayê dijî her ciqaşî ji welatên xwe dûr bin jî hewl didin kevneşopiyên xwe biparêzin.
Ji berbanga sibehê ve li dor Mizgefta Mezin a Moskowê tedbîrên ewlehiyê hatin şidandin.
Mizgefta ku 10 hezar kes lê bi cîh dibin, berî destpêkirina nimêja Cejna Qurbanê ya bi çend demjimêran, êdî tije bûye û piraniya bawermend, mîna her car, li dor mizgeftê sef girtin.
Bê guman, ji sedî 90ê kesên ku hatine nimêjê, kasibkar û karkerên koçber ên ji Qafqasya an jî Asyaya Navîn in.
"Em ji welatê xwe dûr in lê em hewl didin kevneşopiyên xwe biparêzin"
Bazirganê ji Daxistanê Ebdulkerîm Mecîdov pirozkirina cejnê ya li Moskow û bajarê xwe dide ber hev û dibêje:
"Em hewil didin cejna xwe li gorî welatê xwe pîroz bikin. Ez ji bajarê Maxaçkalê me.
Li wir bi giranî di rojên cejnê de serdana xizm û dost û cîranan tê kirin, bi hev re pîroz dikin.
Em li vir jî hema bêje wisa dikin, herçend hemû xizmên me li Daxistanê ne.
Ji bo serjêkirina qurbanê jî mercên li Moskowê rehet in. Ciyawazî hene, bê guman.
Rast e, em ji welatê xwe dûr in lê em hewil didin nêrît û kevneşopiyên xwe yên pîrozkirina cejnê, biparêzin."
Bawermendên misliman ji bilî Mizgefta Mezin, li sê mizgeftên li taxên cuda yên bajêr beşdarî nimêjê cejnê dibin.
Her wiha şarderiya Moskowê çend park û hin qadên vekirî jî ji bo nimêjê veqetandine.
Li Rûsyayê Cejna Qurbanê û cejnên din ên dînî ne rojên betlaneyê ne.
Loma jî piştî nimêjê, piraniya karkerên koçber dê vegerin ser karên xwe.
"Mercên pîrozkirinê li gorî berê baştir bûne"
Karkerê înşaetê yê ji Qirxizistanê Adil Ergaşov diyar kir ku pîrozkirina cejnê li gorî salên berê baştir e û got:
"Rast e îro ne roja betlaneyê ye, piranî kar dikin lê birêvebirî min her car di cejnên me yên dînî de du-sê îznê dide min.
Li vir, mercên pîrozkirinê jî li gorî çend sal berê baştir bûye. Berê pir zehmet bû. Me nedikarî ajal peyda bikin. Niha baş e.
Kesê bi xwaze bi serê xwe, an jî çend karker bi hev re ajal dikirin û dikin qurbanî. Her kes li gorî derfetên xwe yên darayî tevdigere."
Karkerê ji Tacîkistanê Fîrdews Şemsêdînov jî wiha anî zimên:
"Em karker bi giranî piştî nimêjê diçin kafeterya û çayxaneyan pîrozbahî dikin.
Lê, li welêtê me her kes beran serjê dikin, diçin mêvaniya hevdû û bi hev re pîroz dikin.
Ez jî îro pêşî biçim kafeterya bi hevalên xwe re pîroz bikin, paşê biçim malê, lewre malbata min jî li vê derê ye."
Li gorî daneyên fermî, li Rûsyayê ji 25 ta 30 mîlyon misliman hene ku li komarên otonom ên li navenda Rûsyayê û komarên Qafqasyayê nîştecî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse