MOSKOW - 80 saliya Roja Serkeftinê tê pîrozkirin

08-05-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Roja Serkeftinê Artêşa Sor Şerê Duyem ê Cîhanê Moskow
A+ A-

Moskow - 80 saliya Serkeftina Artêşa Sor a di Şerê Mezin ê Niştîmaniyê de li seranserê Rûsyayê bi berfirehî tê pîrozkirin.

Paytex Moskow jî bi awayekî taybet amadekariya pîrozbahiyan kiriye.

Bi sedan xort û keç ên bi cilên salên 1940î li parka sereke ya Moskowê, VDNX "Waltza Serkeftinê" direqisin.

Ev çalakî bi kevneşopî di êvara 9ê Gulanê, an ku di roja Serkeftinê de tê lidarxistin. Lê îsal çend roj berê dest pê kiriye.

Keç û xortên ciwan li ber strana efsanewî ya bi navê " Waltza Gulanê" derketine meydanê.

Xwendekara kolejê Marîna Tokar kêfxweşiya xwe wiha tîne zimên:

"Ez bextewer im ku min îro li gel hevalên xwe li navenda Moskowê Roja serkeftina bav û bapîrên me yên ku 80 sal berê dijmin têk birine, pîroz dikim.

Hêvî dikim ku ev asiman li ser welatê me her tim şîn û vekirî be."

"Ev çalakî bandoreke mezin li nifşê me dike"

Xwendekarê kolejê Ivan Getz diyar kir ku çalakiyê Roja Serkeftinê bandor li nifşê nû dike û wiha got:

"Ev çalakî karîgeriyeke mezin li aqil û hişmendiya nifşê me dike.

Niha gelek hevtemenên min di şer de ne û parastina niştîmana me dikin.

Hêviya min ew e ku ew jî bi serkeftî û bi sax û salîm vegerin gel hezkiriyên xwe."

Xwendekar bi reqsên xwe atmosfera şer ji nû ve diafirînin û ji bo rêzgirtina li ber bîranîna lehengên Cenga Mezin a Niştimaniyê destegulan pêşkêşî xaziyan dikin.

"Ez pir kêfxweş im ku jiyaneke xweû bûye para ciwanên me"

Şahidê Şerê Duyemîn ê Cîhanê Borîs Ivanov wiha behsa destpêkirina Şerê Duyemîn ê Cîhanê dike:

"Dema şer dest pê kir, ez 4 salî bûm. Ez ji sala 1937ê me û dema ku şer xelas bû sala 1945an ez çûm pola 1ê.

An ku şer bandoreke mezin li ser jiyana min kir. Yekemîn bobmebarana Moskow baş tê bîra min.

Ez li ser banê avahiya me li gel bavê xwe bûm, dema ku wî fîtîlê bombeyan vêdisandin.

Roja Serkeftinê jî min li Meydana Sor pêşwazî kir. Îro ez temaşe li van ciwanan dikim û rêjên şer tên bîra min.

Ez pir bextewer im ku jiyaneke xweşbext ketiye para ciwanên me."

"Beşdarbûna ciwanan ji bo min cihê kêfxweşiyê ye

Şahida Şerê Duyemîn a Cîhanê Tamara Tsiganovayê jî ji ber beşdariya ciwan kêfxweşiya xwe bi van gotinan anîn zimên

"Ewê ku ciwanên me beşdariya çalakiyên wiha dikin, ji bo min bextewerî ye.

Ez gelekî bi kelecan dibim, ji ber ku ciwanên me, Roja Serkeftinê wekî serkeftina xwe dipejirînin."

Artêşa Sor a Yekîtiya Sovyetê di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de ku li welatên Sovyeta berê wekî Cenga Niştîmanî tê bi navkirin, şikestineke tam li Almanyaya Naziyan xistibû.

Her sal 9 Gulanê ev serkeftin bi rêûresmeke serbazî tê pîrozkirin.

Di maweya heftiyekê de li seranserê Moskowê dê nêzîkî 150 çalakiyên pîrozbahiyê bêne lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst