Dusseldorf - Li bajarokekî parêzgeha Skaneyê yê Swêdê, şeş endamên encumena şaredariya bajarokekî biryarekê li dijî koçberan didin ku niha bûye sedema serêşiyeke yasayî û darizandinê ji bo wan.
Li gorî sîstema koçberiyê ya Swêdê, dema ku koçber mafê penaberiyê werdigirin, ji bo niştecihbûnê li ser herêmên cuda yên Swêdê tên belavkirin.
Yasa tekez dike ku divê şaredariyên wan herêman penaberan wergirin û cih ji wan re peyda bikin.
Encumena Şaredariya Skaneyê li ser şandina çar penaberan ji bo şaredariya xwe deng daye û şeş kesan li dijî wergirtina wan deng daye. Piştre, dema ku ev yek eşkere bûye û hatiye zanîn ku redkirin li dijî yasayên Swêdê ye û biryar hatiye betalkirin.
Lê Magdalena Petersson ku dozgera giştî ye û doz vekiriye û wî gotiye: "Wan postên xwe bi awayekî metirsîdar ji bo armancên siyasî bi kar anîne. Ji ber vê yekê, divê li gorî yasayê werin cezakirin."
Her çend ku çar penaber ji bo şaredariyeke din hatine şandin jî, şaredariyê biryara xwe betal kiriye.
Ew şeş kes jî dibêjin ku ew ji bo lêpirsîn û dadgehê amade ne û piştrast in ku ti tawan nekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse