Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Sînor ê Swêdê ragihand ku du salên dawî 742 kesên ji Îraq û Herêma Kurdistanê hatine dersînorkirin.
Polîsê Sînor ê Swêdê li ser pirsa karmendê Rûdawê Niyaz Mistefa, amarên dawî yên derbarê dersînorkirina koçberan parve kirin.
Bi giştî 11 hezar û 660 kes hatin şandin
Li gorî daneyên ku hatine parvekirin, ji destpêka sala 2024an heta niha, bi giştî 11 hezar û 660 kes hatine dersînorkirin.
Ji vê hejmarê 5 hezar û 463 kes tenê di nava îsal de hatine şandin.
Rayedarên polîsan diyar kir ku di vê pêvajoyê de 8 hezar û 938 kes bi zorê hatine dersînorkirin û yên mayî jî di çarçoveya "vegera dilxwazî" de bi daxwaza xwe ji welat derketine.
Rewşa welatiyên Îraqê
Li gorî amarên ku ji Rûdawê re hatine şandin, du salên dawî bi giştî 742 kesên ji Îraqê û Herêma Kurdistanê hatine dersînorkirin, Sala borî 399 û îsal jî 343 kes.
Hat destnîşankirin ku 317 ji van kesan bi daxwaza xwe vegeriyane û yên mayî bi zorê hatine şandin.
Her wiha sedemên dersînorkirinê jî hatin eşkerekirin.
Îraqiyên ku ji ber tawanan hatine dersînorkirin sala borî 15 kes bûn û îsal jî 19 kes hatine dersînorkirin.
Îraqiyên ku li ser daxwaza Daîreya Koçberan a Swêdê (ji ber sedemên wekî redkirina daxwaza penaberiyê) hatine dersînorkirin jî sala borî 319 kes bûn û îsal 254 kes bûne.
Di tabloya giştî de, sala borî ji ber tawanan 394 kes hatine dersînorkirin 2 hezar û 740 kes jî li ser daxwaza Daîreya Koçberan hatine şandin.
Îsal jî 389 kes ji ber tawanan hatine dersînorkirin û 2 hezar û 122 kes li ser daxwaza saziyê hatine dersînorkirin.
Polîtîkaya tund û pêla nû ya koçberiyê
Swêd yek ji wan welatên Ewropayê ye ku polîtîkayên herî tund li dijî koçberan bi kar tîne lê herikîna koçberan li wî welatî berdewam dike.
Li gorî daneyên hikûmetê, sala borî bi giştî 9 hezar û 645 penaberên nû ketine welat.
Sûriyeyî bi 976 kesan di rêza yekem de cih digirin, li pey wan bi 839 kesan Afgan û bi 538 kesan jî Îraqî tên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse