Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye

1 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Endama Parlamentoya Ewropayê Katrin Langensiepen / Wêne: Rûdaw
Endama Parlamentoya Ewropayê Katrin Langensiepen / Wêne: Rûdaw
Nîşan Katrin Langensiepen Parlamentoya Ewropayê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Parlamentoya Ewropayê Katrin Langensiepen tekez kir ku divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bigihîjin mafên xwe yên rewa û hişyarî da ku nabe şaşiyên serdema Esed werin ducarekirin.

Endama Parlamentoya Ewropayê Katrin Langensiepen ji Rûdawê re behsa rewşa Sûriyeyê, mafê pêkhateyan û zextên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Şamê kir.

Katrin Langensiepen diyar kir ku amûra herî mezin a zextê ya di destê Yekîtiya Ewropayê de "pere" ye û divê alîkarî bi şerta pêkanîna qanûnê bên dayîn.

Endama Parlamentoya Ewropayê Katrin Langensiepen pirsên Rûdawê bersivandin û ev jî pirs û bersiv in:

Rûdaw: Birêz Langensiepen, gelekî spas ku tu li gel me yî. Pirsa min ev e, Sûriyeyek ji bo hemû welatiyan, gelo ev dibe? Ev navê konferansê bû ku îro li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê hat lidarxistin. Hûn di wê baweriyê de ne ku di paşeroja Sûriyeyê de hemû pêkhate dikarin mafên xwe wergirin?

Katrin Langensiepen: Divê ew mafên xwe wergirin ji ber ku em behsa mafên mirovan dikin. Di vê demê de em nikarin bibêjin ku hemû wekhev in. Me komkujî dîtin, ji Elewiyan bigire heta Durziyan, niha jî ya ku li Rojava qewimî.

Karê hikûmeta niha ya veguhêz em dikarin bibêjin gelekî xerab e. Lê Sûriye welatekî pirreng e, lewma divê hemû bi wekhevî li wir bijîn.

Rûdaw: Hûn wekî Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê çawa dikarin zextê li Şamê bikin da ku hemû pêkhate li Sûriyeyê karibin mafên xwe hebin?

Katrin Langensiepen: Pere. Pere xala sereke ye. Helbet divê welatek ava bibe lê pirs ev e, ev şandina pereyan çi qasî zelal e? Di konferansê de daxwaz hat kirin, bidin herêman, bidin şaredariyan. Divê ev were kontrolkirin. Divê em bibînin çi tê serê piştgiriyên Yekîtiya Ewropayê.

Ev tiştekî asayî ye. Ma welatek pêbendî serweriya qanûnê dibe eger ew alîkariya Yekîtiya Ewropayê bixwaze? Li vir em dikarin dest pê bikin. Zexta siyasî û parlamentoyê ya li ser komîsyonê û her wiha li ser dewletên endam, karê me yê niha ev e.

Rûdaw: Baş e, wekî hûn agahdar in, komek tawan û binpêkirin li dijî Kurdan li Sûriyeyê di çend hefteyên borî de hatin kirin. Hûn ji bo cezakirina wan kesên ku tawanbar in dikarin çawa zextê li Şamê bikin?

Katrin Langensiepen: Yekem, li gorî prensîba hiqûqa navneteweyî. Me berê jî di doza Esed an El-Xetîb de li Koblenzê dît. Lewma em dikarin li vir hewl bidin tawanbaran bînin pêşberî dadgehê eger ew li Almanyayê yan dewleteke endam bin.

Pêdiviya me bi parastina şahidan heye, pêdiviya me bi fînansekirina pêvajoyên wiha heye da ku em wan şaşiyên berê yên di bin rejîma Esed de ducare nekin, wekî Komîsyon û Parlamentoya Ewropayê û Dewletên Endam.

Li vir em dikarin tev bigerin û nîşan bidin ku "çavê me li ser te ye". Ez tenê salek e li ser kar im, ev nabe hincet. Belkî min karîbûya bibim şaredara Îdlibê lê ez nikarim hemû gel bixim bin yek banî. Wekî min got, Serok di vî karî de şikestin anî û êdî ne cihê baweriyê ye.

Rûdaw: Birêz Langensiepen, gelekî spas ku tu li gel me bûyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst