Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Swêdê planeke nû amade dike da ku bi dayîna alîkariyeke darayî ya zêde, koçberan teşwîq bike ku bi dilxwazî vegerin welatên xwe.
Zêdetirî 20 şaredariyên Swêdê li dijî vê planê derdikevin.
Li gorî planê, hikûmet dixwaze ji destpêka sala bê ve, ango piştî du mehan, dest bi vê bernameyê bike.
Alîkariya darayî ya ji bo vegerê
Hikûmeta Swêdê ji bo kesên ku bixwazin bi dilxwazî vegerin welatên xwe dê van alîkariyan pêşkêş bike:
Ji bo kesekî koçber ê ji 18 salî mezintir: 350 hezar kronên Swêdî (nêzîkî 34 hezar dolar)
Ji bo zewacekê (jin û mêr): 500 hezar kronên Swêdî (nêzîkî 52 hezar dolar)
Ji bo malbateke bi zarok: 600 hezar kronên Swêdî (nêzîkî 63 hezar dolar)
Armanc ew e ku ev pere alîkariya wan koçberan bike da ku li welatên xwe dest bi jiyaneke nû bikin.
Şaredarî li dijî planê derdikevin
Her çend plan balkêş xuya bike jî, zêdetirî 20 şaredariyên Swêdê li dijî wê ne.
Bi taybetî şaredariyên Malmo û Goteborgê di nav wan de ne ku planê wekî "xerab" û "lêçûnan zêde dike" bi nav dikin.
Civata Şaredariya Goteborgê di nameyekê de ji hikûmetê re got,"Pêwîst e hikûmet li ser başkirina jiyana niştecihên Swêdê bifikire, ne ku planên bi vî rengî yên ne-praktîk deyne ku di nava civakê de dubendî û nakokiyan çêdikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse