FRANSA - Doh bû serokwezîr, îro îstifa kir

06-10-2025
RÛDAW
Nîşan Sebastien Lecornu Fransa Qeyrana Siyasî Serokwezîr
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Fransayê ragihand ku Emmanuel Macron roja duşemê îstifaya Serokwezîr Sebastien Lecornu qebûl kiriye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron meha borî Sebastien Lecornu wekî serokwezîr destnîşan kiribû.

Lecornu şeva yekşemê kabîneya xwe ya nû ragihandibû lê ji ber ku li gorî kabîneya berê guherîneke berbiçav tê de nebû, rastî rexneyên partiyên siyasî hat û îstifa kir.

Sebastien Lecornu berê Wezîrê Parastinê yê Fransayê bû.

Wekî serokwezîr, erkekî dijwar li pêşiya Lecornu bû ku ji bo budce û kêmkirina xerciyên sala bê razîbûna parlamentoya ku tijî nakokî ye, bi dest bixe.

Du serokwezîrên beriya wî, Francois Bayrou û Michel Barnier, ji ber nakokiyên li ser heman plana xerciyan ji aliyê parlamentoyê ve ji kar hatibûn dûrxistin.

Hefteya borî amarên fermî nîşan da ku deynê giştî yê Fransayê gihiştiye asteke rekor.

Niha li Yekîtiya Ewropayê, rêjeya deynê Fransayê li gorî berhema navxwe, piştî Yunanistan û Îtalyayê di rêza sêyem de ye.

Deynê Fransayê nêzîkî ji sedî 120ê berhema navxwe ye ku li gorî yasayên Yekîtiya Ewropayê nabe deynê ti welatî ji ji sedî 60ê dahata navxwe derbas bibe.

Hikûmetên berê sê yasayên budceya salane bêyî dengdana parlamentoyê derbas kiribûn ku destûr rê dide vê yekê lê ev yek ji aliyê mixalefetê ve bi tundî dihat rexnekirin.

Lecornu tevî vê yekê jî hefteya borî soz dabû, dê piştrast bike ku parlamenter dikarin dengê xwe li ser projeyasayê bidin.

Fransa ji nîvê sala borî ve dema ku Macron daxwaza hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê kiribû, rastî qeyraneke siyasî hatiye.

Gava Macron encameke berovajî da û bû sedem ku hevpeymaniya alîgirê Macron li parlamentoyê bibe kêmîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst