Kanadayê jî Sûriye û HTŞ ji lîsteya terorê derxistin

19 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kanada Sûriye Teror Lîste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kanadayê ragihand ku wan navê Sûriyeyê ji lîsteya "welatên piştgiriya terorê dikin" derxistiye.

Kanadayê her wiha Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) jî ji lîsteya "rêxistinên terorîst" rakiriye.

Bi vê yekê re Kanada tevlî wan welatan bû ku berê cezayên li ser Şamê sivik kiribûn.

Wezareta Karên Derve ya Kanadayê di daxuyaniyekê de tekez kir ku "ev biryar bi hêsanî nehatine dayîn."

Wezaretê diyar kir ku ev gav bi biryarên ku hevpeymanên wan vê dawiyê dane, di nav de Brîtanya û Amerîka, hevaheng e û "piştî hewldanên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê yên ji bo bihêzkirina aramiya Sûriyeyê tê."

Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ragihand ku wan cezayên li ser 56 kesên Sûriyeyî ku di nav wan de berpirsên berê yên serdema Beşar Esed û endamên malbata wî hene, nehatine rakirin û ew ceza didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst