Hewlêr (Rûdaw) - Mezin Berhem Elî, ciwanekî 19 salî yê Kurd e ku ji du saliya xwe ve li Holendayê dijî, bûye dengekî diyar ji bo nasandina doza Kurdan.
Mezinê ku li Zanîngeha Amsterdamê xwendekarê zanistên siyasî ye, ji 15 saliya xwe ve hest bi wê yekê kiriye ku divê ji bo nasandina Kurdistanê kar bike.
Mezin diyar dike ku dema wî li zanîngehê behsa Kurdistanê dikir, kesî nedizanî "Kurdistan li kû derê ye."
Mezin Berhem Elî, wekî endamekî rêxistina "Yekbûn"ê ku ji 17 ciwanên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê yên li seranserê cîhanê pêk tê, di civîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) de gotareke bibandor li ser rewşa gelê Kurd pêşkêş kir.
Vê çalakiyê di medyaya Holendayê de deng veda û bû sedem ku careke din behsa dîroka Kurdistanê were kirin.
Mezin amaje bi wê yekê kir ku zanyariyên li ser Kurd û Kurdistanê yên bi zimanê Holendî gelekî kêm in, loma çalakiyên wî bûne sedema wê yekê ku hevpol û hevalên wî yên Holendî zêdetir doza Kurdan nas bikin.
Mezinê ku bi piştgiriya berdewam a dê û bavê xwe kariye di vî warî de kar bike.
Bang li dê û bavên din ên Kurd kir ku piştevaniya zarokên xwe bikin da ku ji bo ax û welatê xwe bixebitin û nasnameya xwe ji bîr nekin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse