Cezayên li ser Îranê hatin vegerandin: Swêd banga dan û standinan dike

30-09-2025
Niyaz Mistefa
Nîşan Swêd Îran Net Yekîtiya Ewropayê Neteweyên Yekbûyî (NY)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) cezayên li ser Îranê ji nû ve xistin meriyetê.

Stockholmê got, "Ev ne dawiya rê ye û pêwîst e pirsgirêka atomî ya Îranê bi dan û standinan were çareserkirin."

Wezareta Karên Derve ya Swêdê derbarê pirsgirêka çekên atomî yên Îranê û jinûvesepandina cezayên li ser Îranê bersiv da edîtorê Rûdawê Niyaz Mistefa.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê teqez kir ku divê ti carî rê neyê dayîn Îran bibe xwedî çeka atomî lê di heman demê de da zanîn ku çareseriyeke mayînde ji bo vê pirsgirêkê tenê bi rêya dîplomasiyê pêkan e.

Doh Yekîtiya Ewropayê cezayên li ser Îranê ji nû ve aktîv kiribûn û beriya wê Neteweyên Yekbûyî jî heman gav avêtibû.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê derbarê sepandina cezayen de got, "Her çend ceza bi rêya mekanîzmaya 'snapback'ê hatine aktîvkirin jî ev nayê wateya dawiya dan û standinan.

Swêd pêşwaziyê li berdewamiya hewlên dîplomatîk dike."

NYyê lîsteya nûkirî ya wan kes û saziyên Îranî belav kir ku careke din ketine bin cezayên Encumena Asayişê.

Lîste navê 42 kesayetiyên leşkerî û zanistî û 78 kompanya û saziyan li xwe digire ku piraniya wan bi bernameya atomî û mûşekî ya Îranê ve girêdayî ne.

Pêvajoya "snapback"ê (vegerandina cezayan) a NYyê ya li ser Îranê di demekê de ye ku hem Tehran, hem Moskow û hem jî Pekînê ev pêngav wekî neyasayî bi nav kirine.

22yê Hezîranê, di dema germbûna şerê Îran û Îsraîlê de, Amerîkayê êrişî santralên atomî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê yên li Îranê kiribû.

Heta niha berpirsên Tehranê bi awayekî zelal çarenivîsa wan santralan eşkere nekiriye.

Li gorî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, beriya destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê, Tehranê zêdetirî 400 kîlogram uranyuma bi rêjeya ji sedî 60 zêdetir dewlemendkirî hebû lê çarenivîsa wê uranyumê ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst