Senatorê Amerîkayî: Divê Kurd û pêkhateyên din di birêvebiriya Sûriyeyê de bin

Duh li 07:27
RÛDAW
Nîşan Angus King Senator Amerîka Kurd Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Amerîkayî Angus King diyar kir ku ew li ser paşeroja Sûriyeyê geşbîn e û tekez kir ku divê hemû komên etnîkî û olî di birêvebiriyê de cih bigirin.

Senatorê Amerîkayî Angus King li ser berfirehiya hikûmeta nû ya Sûriyeyê û paşeroja demokratîk a welêt ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Senator King diyar kir ku ew hewlên birêvebiriya nû yên ji bo berfirehkirina desthilata xwe erênî dibîne.

"Divê hemû kom tevlî pêvajoyê bibin"

King ji bo paşeroja Sûriyeyê tabloyek bi hêvî xêz kir û diyar kir ku kilîda aramiyê nûnertiya civakî ye û got:

"Ez li ser paşeroja Sûriyeyê geşbîn im. Ez dibînim ku hikûmeta nû qada desthilata xwe berfireh dike.

Ez hêvî dikim ku ew karibin komên curbicur ên li welêt, di nav de Kurd, Durzî, Xirîstiyan û Elewî tevlî pêvajoyê bikin.

Ez bi bêsebirî li benda dîtina paşerojeke erênî me ji bo Sûriyeyê."

Daxuyaniyên Senator King piştî Peymana 10ê Adara 2025an a li Sûriyeyê û berdewamiya proseya entegrasyona leşkerî û siyasî û her wiha aloziyên dawî yên li herêmên wekî Helebê hatin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst