Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê payebilind ê Amerîkayê Mark Warner ji Rûdawê re ragihand ku ew ji bo rewşa Kurdên li Sûriyeyê "gelekî dilgiran e" û got, ne diyar e ku hikûmeta nû ya Şamê dê çawa nêzîkî wan bibe.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku aloziya di navbera her du aliyan de zêde dibe û hêviyên ji bo rêkeftinekê kêm dibin.
Senatorê Wîlayeta Virginiayê Mark Warner li ser mijarê Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
"Ez ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê dilgiran im"
Mark Warner got, "Ez bawer im ku nemana Esed ji bo herêmê û cîhanê baş e lê em dizanin ku li Sûriyeyê nifûseke zêde ya Kurdan heye û ez ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê dilgiran im."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevpeymaneke Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê ye.
HSDyê di şerê bejahî de ji bo têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê rola sereke lîst û di wî şerî de zêdetirî 10 hezar şehîd dan.
HSD artêşa defakto ya Rojavayê Kurdistanê ye. Di dema şerê navxweyî de Kurdan rêveberiyeke xweser ava kir.
Ji ber hilweşîna rejîma Beşar Esed ve, ew bi hikûmeta demkî ya Şamê re di nava dan û standinan de ne da ku tevlî saziyên neteweyî, di nav de hêzên çekdar, bibin.
Lê belê, Kurd ji navendîbûna desthilatê û serdestiya qanûnên Îslamî yên di destûra demkî ya ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye qebûlkirin de dilgiran in.
Kurdan banga federalîzmê kirine û gelek caran red kirine ku ew dixwazin Sûriyeyê parçe bikin.
Meha Adarê, Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer peymanek îmze kiribû ji bo entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên Rojava di nav dewletê de.
Lê belê her du alî li ser şîrovekirina têgeha entegrasyonê li hev nakin.
HSD dixwaze wekî blokeke yekgirtî tevlî hêzên Sûriyeyê bibe lê Şam dixwaze şervanên Kurd bi awayekî takekesî di nav artêşa Sûriyeyê de bihelîne.
“Gelo dê bi awayekî rasteqîn nêzîkî Kurd û Xiristiyanan bibin?”
Senator Warner amaje bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û got:
"Gelo ew dê bi rastî nêzîkatiya xwe ya bi civaka Kurd û civaka Xiristiyan re bidomînin? Gelo ew ê li ser xetên mezhebî parçe bibin?
Ez kêfxweş im ku dibînim ku tişt ber bi pêş ve diçin lê ez ji bo nifûsa Kurdan gelekî dilgiran im."
Aloziya dawî
Van demên dawî alozî gelekî zêde bûye, ji ber ku hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê hevdû tometbar kirine û her aliyek aliyê din bi êrişên dawî yên li ser pêgehên xwe tawanbar dike.
HSDyê roja pêncşemê ragihand ku wan li herêma Dêr Hafir a rojhilatê Helebê "hewldanên derbasbûnê û êrişên topbaranê" yên komên "girêdayî hikûmeta Şamê" têk birine.
Ev pevçûnên demkî yên di navbera HSD û Şamê de faktoreke din e ku peymana Adarê dixe metirsiyê.
Hilbijartin
Têkiliyên her du aliyan xerabtir bûn dema ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê vê dawiyê biryar da ku hilbijartinên li parêzgehên ku piraniya wan Kurd in bi hinceta ewlehiyê bi paş bixe.
Ev gav rastî rexneyên tund ên komên Kurdan hat û wan dengdana plankirî bi rengê "dûrker û nedemokratîk" bi nav kir.
Rêveberiya Xweser dibêje, gavên ku li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beasê di destpêka Kanûna Pêşîn a 2024an de hatine avêtin, li dijî "armancên şoreşa Sûriyeyê ne ku banga edalet, demokrasî, wekhevî û azadiyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikir."
Ji ber vê yekê jî wan bangî civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku pêvajoya hilbijartinê red bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse