Brîtanya dê ji bo hinek welatan dayîna vîzeyê sînordar bike

07-05-2025
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Penaberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê dê dayîna vîzeyê ji bo welatiyên wan welatan sînordar bike ku îhtimala wan heye piştî gihîştinê, daxwaza mafê mayîn û penaberiyê bikin.

Welatiyên Pakistan, Nîjerya û Srî Lankayê di nava wan welatan de ne ku Hikûmeta Brîtanyayê dê dayîna vîzeyê ji wan re zehmet bike.

Tê payîn ku hikûmet dê hefteya bê planê nîqaş bike.

Ev wekî gaveke din a Brîtanyayê ya ji bo kêmkirina hejmara penaberan e ku sala borî 728 hezar kesan daxwaza mafê mayînê kiribû.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand:

“Ji bo pêşîlêgirtina bikaranîna xirab a derfeta dayîna vîzeyê ji aliyê welatiyên biyanî ve ku bi vîzeya kar û xwendinê tên û paşê daxwaza mafê penaberiyê dikin, em agahiyan li ser wan kesan kom dikin da ku zûtir û bilez wan nas bikin.”

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê her wiha got:

“Em berdewam nirxandinê ji bo sîstema dayîna vîzeyê dikin û her dema ku me hest kir ku di xalekê de dibe ku ziyanê bigihîne yasaya penaberiyê, em dê dudil nebin ku tedbîrên tund wergirin.”

Di hilbijartinên hefteyê borî de Partiya Karkeran a desthilatdar rastî şikesteke mezin hat.

Pirsa koçberiyê û nedîtina çareseriyê ji aliyê wê partiyê ve wekî sedemên sereke yên şikestinê tên hesibandin.

Partiya Reforma Brîtanyayê ku partiyeke li dijî koçberan û popûlîst e, encamên baş di wê hilbijartinê de bi dest xistin.

Ev jî bûye sedem ku hejmarek ji parlamenterên Partiya Karkeran daxwaz bikin ku partiya wan di pirsên wekî koçberiyê de siyaseteke tundtir pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst