Rûsya: Me li Ukraynayê êrişî tesîsên leşkerî kir

07-06-2025
Nîşan Rûsya Ukrayna Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bi şev li Ukraynayê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê derbarê kiryarên artêşa Rûsyayê yên li Ukraynayê agahî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên li dijî tesîsên leşkerî yên Ukraynayê berdewam dikin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got:

"Hêzên Çekdar ên Rûsyayê, bi şev bi çekên bipêşketî û bi dronan li Ukraynayê êrişî kargehên ku di warê pîşesaziya leşkerî de kar dikin, kargehên montajê yên dronan, xalên lênêrîn û tamîrkirina teknîkî yên çek û alavên leşkerî û depoyên cebilxaneyê kir.

Êrişa me gihîşt armanca xwe. Hemû hedef hatin lêxistin."

Rûsyayê duh jî ragihandibû ku wan bi şev bi çekên dûravêj ên bipêşketî û bi dronan êriş bir ser tesîsên leşkerî yên li Ukraynayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst