Hewlêr (Rûdaw) - CNNê roja şemiyê li ser zarê gelek berpirsên îdareya Trump ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amadehiyan dike ku meha bê ji bo beşdarbûna Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) here Koreya Başûr.
Koreya Başûr dê di navbera dawiya Çiriya Pêşîn û destpêka Çiriya Paşîn de li bajarê Gyeongjuyê yê li başûrê rojhilatê welêt mazûvaniya lûtkeyê bike.
Serokê Koreya Başûr Lee Jae Myung meha borî di hevdîtinên li Washingtonê de Trump vexwendibû lûtkeyê.
Berpirsekî Koşka Spî ji CNNê re got, “Gotûbêj ji bo çûna Koreya Başûr hene û dê li ser hevkariya aborî be” û anî zimên ku serdan dê bi armanca gotûbêjên li ser bazirganî û hevkariya nukleer a sivîl were kirin.
Li gorî CNNê, berpirsan gotiye ku li kêleka lûtkeyê li ser hevdîtineke di navbera Trump û Serokê Çînê Şi Cinping de gotûbêjên cidî hene lê heta niha ti plana misoger nîne.
Heman ajansê amaje pê kir ku beşdarbûna muhtemel a Trump a li APECê dibe ku rê li ber hevdîtineke bi Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un re veke.
“Em li hêviya hevdîtinê ne”
Lee Jae Myung meha borî, di lûtkeya xwe ya yekem a bi Trump re ya li Washingtonê, ji bilî vexwendina Trump a ji bo lûtkeyê, pêşniyar kiribû ku Serokê Amerîkayê îsal bi Kim Jong Un re bicive.
Trump ji Lee re gotibû ku ew amade ye bi Kim re bicive û gotibû, “Em li hêviya hevdîtina bi wî re ne û em dê têkiliyan baştir bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse