Li Pakistanê erdhej: 20 kes mirin

07-10-2021
Nîşan Pakistan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Belûçistan a Pakistanê, erdhejek bi hêza 5,9 Rîxter çê bû û li gor zanyariyên destpêkê di encama erdhejê de 20 kesan canê xwe ji dest dane ku 6 jê zarok in û zêdeyî 300 kesan birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Sîsmîk ya Neteweyî ya Pakistanê (NSMC) ragihand ku navenda erdhejê nêzîkî herêma Harnaiyê ye û bi hêza 5,9 Rîxter 15 kîlometre di binê erdê de çêbûye.

NSMCyê da xuyand ku erdhej di saet 03.20an de çêbû, li Ketta, Sîbbî, Pîşîn û Çamanê jî bi erdhejê hesiyan.

Li gor nûçeyên medyaya herêmî di erdhejê de jê 6 zarok 20 kes mirin û ji 300 kesan zêdetir jî birîndar bûn.

Gelek avahiyan zirar dît û li hin herêman hezaz jî çêbû.

Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst