Cîhan bi geşbînî, pêkhate bi fikar li Ehmed Şer dinêrin

07-10-2025
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Agirê Newrozê û Rûqiye Hesko\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Agirê Newrozê û Rûqiye Hesko\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ehmed Şer HSD Newroz Stephane Dujarric Mezlûm Ebdî
A+ A-

New York (Rûdaw) – Biryara Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ku Newroz wekî betlaneya niştimanî qebûl nekir li New Yorkê jî dengveda.

Kurdeke Efrînî ya ku niha li New Yorkê dijî got, “Ev biryar birînên kevin vedikole."

Roja yekşemê, telefona Rûqiye Hesko ya ku bi eslê xwe xelka Efrînê ye û niha li New Yorkê dijî, bi nûçeyeke nexwestî ronî bû.

Kurdên Sûriyeyê: Ev biryar nîşaneke xirab e

Rûqiye Heskoyê ji Rûdawê re ragihand ku ew ji ber biryara Ehmed Şer gelekî dilgiran e.

Li gorî wê, ev biryar li gel hin biryarên din ên wekî hiştina navê "Komara Erebî ya Sûriyeyê", nîşanên xirab in ku dibe di Sûriyeya piştî rejîma Esed de jî Kurd wekî welatiyên pileya duyem bên hesibandin.

Amerîka û Neteweyên Yekbûyî çavdêriyê dikin

Amerîka di navbera Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de rola navbeynkariyê werdigire.

Doh Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî civiyan.

Piştî civînê hat diyarkirin ku wan gotûbêjên "cidî" pêk anîne.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji biryara Ehmed Şer ne agahdar bû lê soz da Rûdawê ku derbarê mijarê de helwesta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wergire.

Stephane Dujarric ji Rûdawê re got, "Min ew biryar nedîtiye. Ez dê li ser vê mijarê li we vegerim.

Bêguman, wekî me berê jî gelek caran gotiye, giring e ku desthilatdarên Şamê piştrast bin ku hemû Sûriyeyî, bêyî cudahiya ol û neteweya xwe, hest bikin ku ew beşek ji paşeroja welatê xwe ne."

Dujarric diyar kir ku mijara tevlêgirtina hemû pêkhateyan û çareserkirina pirsgirêkan, beşek ji gotûbêjên Sekreterê Giştî yê Netweyên Yekbûyî û Birêz Ehmed Şer bûne.

"Pêkhate ji dîktatoriya piraniyê ditirsin"

Ev biryar piştî serdaneke serkeftî ya Ehmed Şer a ji bo New Yorkê tê ku tê de bi serokên welatan re hevdîtin kiribû û li Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkêş kiribû.

Geşbînî û hêviya cîhanê ya ji bo Ehmed Şer, ji hestên tirs û fikaran ên pêkhateyên Sûriyeyê yên derbarê paşeroja wan de, pir zêdetir e.

Cîhan ji Şer razî ye lê pêkhateyên Sûriyeyê ji paşeroja xwe ya di bin serokatiya wî de bi fikar in.

Mamosteyê siyasetê yê Zanîngeha Missouriyê David Romano ji Rûdawê re got, "Gelek pêkhateyên Sûriyeyê, wekî Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyan, ditirsin ku rejîma nû ya Sûriyeyê hewl bide cureyeke dîktatoriya piraniya Erebên Sunî li ser wan ferz bike."

Aloziyên di navbera Şam û Rojavayê Kurdistanê de zêdetir bûn. Piştî pevçûnên di navbera hêzên Şamê û HSDyê de, berpirsên HSD û hikûmeta Sûriyeyê ji Rûdawê re piştrast kirin û ragihandin ku di êrişan de kuştî û birîndar hene.

Piştî aloziyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî tevî heyetekê çû Şama paytexta Sûriyeyê û bi Ehmed Şer û Eshed Şeybanî re civiya.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre ragihand ku bakurrojhilatê Sûriyeyê “agirbesteke berfireh” hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst