Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê ji zarê çavkaniyên agahdar belav kir ku tê çaverêkirin birêvebiriya Trump roja yekşemê bi dehan koçberên Îranî bişîne Tehranê
CNNê ragihand ku ev duyem geşta asmanî ya koçberên Îranî ye ku yên biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn ji Amerîkayê vediguhêze.
Ev yek piştî rêkeftineke kêmpeyda ya di navbera Tehran û Washingtonê de pêk tê.
Ev gav di çarçoveya kampanyaya berfireh a birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump de tê avêtin.
Armanc dersînorkirina wan koçberan e ku belgeyên wan ên mayînê li Amerîkayê nînin.
Nerazîbûna rêxistinên mafên mirovan
Rêxistinên mafên mirovan û komên piştgirên koçberan nerazîbûna xwe li hemberî vê rewşê anî ziman.
Wan koçberan ji ber sedemên cuda welatê xwe bi cih hiştiye û li Amerîkayê bûne penaber lê niha neçar dimînin ku vegerin Îranê.
Encumena Niştimanî ya Îraniyên li Amerîkayê (NIAC) jî ji birêvebiriyaDonald Trump xwest ku vê geştê betal bike.
Serokê Encumena Niştimanî ya Îraniyên li Amerîkayê (NIAC) Cemal Ebdî got:
"Welatiyên Îranî yên ku tên dersînorkirin, ji bo reva ji zordariya hikûmetê hatine vê derê.
Lê li şûna lêkolîna daxwazên wan ên penaberiyê û misogerkirina ewlehiya wan, dibe ku hikûmeta Amerîkayê bi xwe mafên wan ên mirovî bin pê bike û êşa ku berê kişandine zêdetir bike."
Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, biryar e balafir di rêya xwe ya ber bi Îranê ve de li Kuweytê raweste.
Balafira yekem a ku koçberên ji Amerîkayê hatibûn dersînorkirin vediguhast, meha îlonê ji wî welatî derketibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse