Hewlêr (Rûdaw) - Roja Duşemê bi hezaran serbazên Rûs, li Meydana Sor bi rêpîvanên bîranîna Roja Serkeftinê di Şerê Cîhanî yê Duyem de, dikin. Girîngtirîn helkeft e, di kultûra niha ya neteweyî ya Rûsyayê de.
Roja Serkeftinê serkeftineke ku Rûsya dibêje, bi kuştina 27 milyon xelkên sivîl û 8 milyon û 500 serbazên Rûs hatiye bidestxistin.
Şarezayê serbazî Dominik Wagor dibêje "Bi nerîna min di cihê xwe de ye em bibêjin, roja serkeftinê û serkeftina bi ser Naziyên Almanyayê de, yek ji wan çend tiştên ku hemû Rûs gelekî bi pîrozî dibînin, li ser asta welat. Piştî ketina Komunîzm û Stalînîzm û îzmên din, aîdeolojiyeke din a rasteqîne ji bo Rûsan nemaye, ku li pişt rawestin. Lê ew li pişt vê radiwestin. Gelek şanaziyê pê dikin."
Şarezayên serbazî haydariyê didin, di wê rojê de, tevgereke berfireh bidin hêzên xwe.
Ev yek jî piştî 10 heftiyan ji şerê Ukrayna, ku Kremlin heta niha piraniya armancên xwe pêk neanîne.
Li gorî berpirsên Ukraynî, ji 24ê Sibatê ve, nêzîkî 25 hezar serbazên Rûs hatine kuştin. Hevpeymaniya NATO dibêje, di navbera 7 hezar heta 15 hezar serbazên Rûs hatine kuştin.
Li aliyê din amarên dawî yên Rûsî jî, di 25ê Adarê de, dibêjin, 1 hezar û 351 serbazên wan hatine kuştin. Heta niha Rûsya tenê Mariupol û Xêrson, weke du bajarên mezin ên Ukrayna kontrol kiriye.
Şarezayê serbazî Dominik Wagor got jî "Gelo ev roj dibe roja serkeftinê? Dibe ku bê gotin, girtina Mariupol yan Xêrson yan kontrolkirina tevaya Donbasê, corek ji serkeftinê ye. Dibe bê gotin jî, Ukrayna ji Naziyan hatiye pakirin, ji ber ku artêşa Azov jinav bir û Mariupol girt. Pêkan e corekî ji serkeftinê ragihîne, yan şerekî lidar bixe û tevgera giştî bide hêzên xwe."
Ew şarezayê serbazî û gelek şarezayên serbazî yên din, daxwaz dikin, ji niha û pê ve, haydariyên Putin derbarê bikaranîna bombeya wêranker yan çekên etomî bi ciddî bê wergirtin.
Moskow di vê bîranînê de, 77 firoke li ezmanên xwe difirîne. Di nav wan de firokeya mezin a naskirî bi "Roja Qiyametê" ku, dikare bombeya etomî hilgire.
Li ser zemînê jî, mûşeka kişwerbirr a Yars nimayiş dike, ku dikare çekên etomî hilgire, ligel sîstema mûşekî ya Îskender.
Di vê helkeftê de, daxwaz li Rûsan hate kirin, wêneyên kesûkarên xwe bînin ku, di şerê Ukrayna da hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse