Pêvajoya hilbijartina Papa çi qasî dom dike?

08-05-2025
RÛDAW
Nîşan Dêra Saint Petersê ya Vatîkanê Îtalya Roma Vatîkan Hilbijartina Papa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kardînal ji bo hilbijartina Papayê nû dicivin û mesrefa wê pêvajoya hilbijartina kardînal jî di rojevê de ye.  

Kardînal ji çar aliyên cîhanê li Dêra Saint Petersê ya Vatîkanê kom bûne.

Pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartina Papayekî nû dest pê kiriye û di roja yekem a hilbijartinê de nekarîn Papayê nû hilbijêrin.

Mesrefa pêvajoya hilbijartina Papayekî nû yan jî serokekî nû ji bo Dêra Katolîkên cîhanê çi qas e?

Vatîkanê heta niha mesrefa civîna kardînalên cîhanê ya li Romaya paytexta Îtalyayê eşkere nekiriye lê rêxistina vê civînê wekî karekî gelekî biha tê hesibandin.

Piştî çend rojan ji mirina Papa Francis di 21ê Nîsanê de, zêdetirî 200 kardînalan bi alîkarên xwe ve ji seranserê cîhanê berê xwe da Romayê.

Cihê mayînê, xwarin û cil û bergên taybet ji bo wan hatine amadekirin.

Nîvroya çarşema 7ê Gulanê, 133 kardînalên ju temenê wan di bin 80 salî de ye dest bi dengdanê kir.

Li meydana Saint Petersê, li navenda bajarê Romayê bi hezaran geştyarên oldar çavdêriya dûxana spî dikin ku nîşaneya hilbijartina Papayekî nû ye ji bo cîhanê.

Li gorî peymannameya sala 1929an a ku Vatîkanê îmze kiriye, Îtalya mesrefa ewlehiya merasîmê li xwe digire.

Serokê şaredariya wê demê ya Romayê Gianni Alemanno diyar kir ku di pêvajoya hilbijartina sala 2013an a hilbijartina Papa Francis de, mesrefên veguhastina giştî û mesrefên ewlehiyê bi giştî gihiştiye 4,5 milyon euroyan.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê piştî mirina Francis 5 milyon Euro terxan kir lê hîn hemû mesref nehatine diyarkirin û ti şirket an jî aliyekî taybet nikare sponsoriya wê merasîmê bike.

Kêmkirina bûdceya Vatîkanê

Li gorî gotina Hikûmeta Îtalyayê, nêzîkî 12 hezar karmendên ewlehiyê û hezar karmendên agirvemirandinê û 5 hezar karmendên medenî ji bo merasîma mirina John Paul Duyem û hilbijartina Benedict Şanzdehem a di sala 2005an de hatibûn dabînkirin.

Li gorî raporeke ku ji aliyê Desteya Rêvebirên Kar û Barên Vatîkanê ve hatiye belavkirin, wê salê di pêvajoya şînê û civîn û pêvajoya hilbijartinê de nêzîkî 7 milyon euro mesref çêbûbû.

Di sala 2013an de ti mesrefa giştî ji bo hilbijartina Papa Francis nehatiye eşkerekirin lê piştî wê Vatîkan ji bûdceya xwe ya salane 24 milyon euro kêm kir.

Piştî ku medyayê meseleya aboriya Vatîkanê wekî "tarî û felaketbar" bi nav kir Papa Francis di dema papayetiya xwe de hewl da kar û barên darayî û hûrgiliyên mesrefên Vatîkanê paqij bike.

Di sala 2014an de wî sekretaryayeke taybet ji bo kar û barên aboriyê ava kir, ev jî bi armanca rêlibergirtina gendeliyê û çavdêrîkirina karên hilberîn û Bankaya Vatîkanê bû.

Rewşa darayî ya Vatîkanê ne stabîl e û beriya destpêkirina merasîma destnîşankirina Papayê nû kardînal ji rewşê hatine agahdarkirin.

Li gorî medyayê, Vatîkan çend sal in ji kêmkirina bûdceya salane gazinan dike.

Sala 2022yan ji budceya salane nêzîkî 30 milyon euroyî hatibû kêmkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst