Blinken: Îran amadekariyên çêkirina çekên atomî dike

08-06-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Antony Blinken Çekên Atomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand , eger rewş wiha biçe pêş Îran tenê di nava çend heftiyan de dikare çekên atomî çê bike. Bilînken dibêje, heta niha jî nediyar e ka Îran amade ye gavên pêwîst bavêje û vegere nav pabendiyên xwe bi rêkeftina etomê yan na.

Blinken li Kongrêsê axivî û got: “Rapor wiha nîşan didin ku eger rewş wek niha berdewam be, em geşbînane jî bêjin her çend meh dimînin ku Îran derbasî wê qonaxa komkirina uranyûma pêwîst bibe, ji bo çêkirina çekên Atomî. Lê rewş wiha ye ku eger berdewam be, ew xala debrasbûna Îranê bo wê qonaxê, dema wê tenê çend hefte ne.”

Hevtayê wî yê Îranê jî karvedan pêşan da û got: “Hê nediyar e Joe Biden û Bilînken amade ne siyaseta givaşa herî zêde ya Dobnald Trump û Mike Pompeo binax bikin yan na?”

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di twittekê de nivîsiye: “Îran pêbendê rêkkeftina etomê ye. Ji bo ku bizanin tenê benda 36 bixwînin. Dem ji bo guhertinê guncaw e.”

Roja Duşemê, 07.06.2021 Encûmena Dadwerî ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî derbarê pirsa Atomî ya Îranê de civiya.

Rêveberê Ajansa Navdewlêtî ya Enerjoya Atomî Rafael Grossi piştî civînê got, di civnîna Encûmena Dadwerî de, wî ji dadweran re gotiye ku heya niha jî Îranê bersiva pirsên Ajansê derbarê hebûna şopa uranyûmê li bingeheke veşartî de nedaye. Herweha di derbarê cihekî din yê çalakiyên nehênî yên Atomî de ne ye zanyariyan bide ajansê.

Rafael Grossi go: “Îran gelekî nêzîkî bidestxistina uraniyuma pêwîst ji bo çêkirina çekên atomî bûye.”

Balyozê Îranê li rêxistinên navdewletî yên li Viyennayê Kazim Xerîbabadî jî, daxuyaniya Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî ku gotiye, Tehran bersiva pirsên ajansê nade, red kiriye û ew saziya navdewletî bi wergirtina “helwestên siyasî” li hember Îranê tometbar kiriye.

Kazim Xerîbabadî gotiye: “Helwestên vê dawiyê yên Rêveberê Ajansa Enerjiya Atomî nîşana nerîna yekalî ya sekretariya wê ajansê ye li hember alîkariyên li gel Îranê û nedîtina asta wan alîkariyan û têkiliyên du alî.”

Herwiha dibêje: “Ew helwest dikare bibe astengî li pêşiya alîkariyên di navbera Îran û Ajansê de.”

Nûnerê Îranê herweha li ser rapora Ajansa Enerjiya Atomî ya derbarê bersivnedayîna Îranê de got: “Ew rapor ne cihê baweriyê ye, ji ber pişta xwe bi çavkaniyên bawerpêkirî girê nedaye.” Xerîbabadî tekez kir: “Divê ajans ji her cor karên siyasî dûr bikeve û helwesteke zelal li hember gefên atomî yên rejîma siyonîst a Îsraîlê û mana vê rejîmê li derveyî peymana rêgirtin li belavkirinê (çekên atomî) û dijatiya wê ya berdewam li hember xistina tevahiya çalakî û saziyên atomî yên xwe di jêr çavdêriya ajansê de, nîşan bide.”

Ew pêşhat di demekê de ne, ku Îran û welatên beşdar di rêkeftina atomî ya bi Îranê re, mijûlî danûstandinan in ji bo ku Amerîkayê vegerînin nav rêkeftinê û dorpêçên li ser Îranê jî rakin. Li hember wê yekê divê Tehran pabendiyên xwe yên atomî bi tevahî pêk bîne.

Heta niha pênc gerên danûstandinan di navbera aliyan de li Viyennayê hatine lidarxistin, lê belê tevî hinek geşbîniyan û hin pêşketinan, çarenivîsa danûstandinan hêj ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst