Li Holendayê Desteya Kurdên Rojavayê Kurdistanê tê damezirandin

08-06-2025
RÛDAW
Endamê Komîteya Amadekar a Desteya Kurdên Rojavayê Kurdistanê Stêr / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Endamê Komîteya Amadekar a Desteya Kurdên Rojavayê Kurdistanê Stêr / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Holenda Desteya Kurdên Rojavayê Kurdistanê Stêr Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Holendayê ji aliyê Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê ve “Desteya Kurdên Rojavayê Kurdistanê” tê damezirandin.

Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li Holendayê ji bo damezirandina Desteya Kurdên Rojavayê Kurdistanê konferanseke taybet li dar xist.

Endamê Komîteya Amadekar Stêr Ehmed li ser armanc û naveroka konferansê ji Rûdawê re axivî.

Stêr Ehmed ragihand ku armanca sereke ya ji damezirandina Desteya Kurdên Rojavayê Kurdistanê, rêxistinkirin Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Holendayê ye.

“Dezgehek nîne ku mafên Kurdan biparêze”

Stêr Ehmed bal kişand li ser Kurdên li Holendayê û got, “Van 14 salên borî gelek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê hatine Holandayê lê mixabin heta niha dezgeheke fermî ya Kurdan li seranserê Holendayê nîne ku wan kom bike û kar ji bo parastina mafên wan bike.

Komeleyên hene jî tenê bi bajaran ve girêdayî ne û çalakiyên biçûk dikin."

“Zêdetirî 50 hezar Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li Holendayê hene”

Stêr Ehmed da zanîn ku wekî fermî ew nizanin çend Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li wî welatî dijîn û got:

“Mixabin hejmareke fermî tune, ji ber ku Kurd ji Sûriyeyiyan nehatine veqetandin lê zêdetirî 150 hezar Sûriyeyî li vir hene.

Beriya sala 2011 zêdetirî 8 hezar Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li vir bûn.

Niha tê texmînkirin ku zêdetirî 50 hezar Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li vî welatî dijîn.”

Bi gotina Stêr Ehmed kar û çalakiyên Desteya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê karên dîplomatîk, hunerî û civakî bin.

Endamê Komîteya Amadekar Stêr Ehmed herî dawî jî got, “Piştî rêxistinkirina xwe, em dê hewl bidin xizmetê ji Rojavayê Kurdistanê re jî bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst