NORWEC- Namzedên Kurd bangî Kurdan dikin ku çalak bin

08-09-2025
Kehî Mehmûd
Wêneyê temsîlî / Rûdaw Grafîk
Wêneyê temsîlî / Rûdaw Grafîk
Nîşan Hilbijartin Namzedên Kurd Norwec
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 8 Kurd ji bo hilbijartinên parlamentoya Norwecê bûne namzed û ew bangî Kurdn dikin çalak bin û piştgiriya wan bikin

Li Norwecê hilbijartinên parlamentoyê doh dest pê kirin û îro jî dengdayîn li seranserê welêt didome.

8 namzedên Kurd ji sê partiyên cuda rikberiyê dikin ji bo ku bibin parlamenter.

Rûdaw bi 3 ji wan namzedan re axivî û ew bangî Kurdên li wî welatî dikin ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinê bibin.

Partî li 19 herêmên hilbijartinê ji bo 169 kursiyên parlamentoyê rikberiyê dikin.

Di nava namzedan de 8 Kurd hene ku 4 ji wan ji Partiya Sor, 4 ji Partiya Çep a Sosyalîst û yek jî ji Partiya Mihafezekaran e.

Li gorî agahiyên Rûdawê, li Norwecê nêzîkî 100 hezar Kurdan dijîn.

“Beşdarbûn stûnên demokrasiyê bihêz dike”

Namzedê Partiya Sor Nîgar Înayet bangî Kurdan dike ku biçin ser sindoqan.

Nîgar Înayet ji Rûdawê re got, "Beşdarbûna di vê hilbijartinê de bihêzkirina pêvajoya demokrasiyê ye.

Divê gel nîşan bide ku xwedî li dengê xwe derdikeve."

Înayet her wiha diyar kir ku ew dê ji bo naskirina komkujiyên Helebce, Şingal û Serdeştê û her wiha ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bixebite.

“Beşdariya Kurdan gelekî pêwîst e”

Nevîsa Felahzade jî berbijêra Partiya Sor e û dibêje beşdariya Kurdan ji bo serxistina daxwazên wan girîng e.

Nevîsa Felahzadeyê ji Rûdawê re got, ew dê ji bo kêmkirina cudahiyên civakî, peydakirina derfetên kar û perwerdeyeke baştir ji bo hemû kesan bixebite.

“Em dixwazin hejar û dewlemend xwedî heman mafan bin”

Evîn Saliha ji Partiya Sor namzed jî got:

"Pirsgirêka Norwecê ew e ku xelkê hejar û kêmderfet xwedî hemû mafan nînin, em dixwazin hejar û dewlemend xwedî heman mafan bin.”

Pêşbîniya hikûmeteke koalîsyonê tê kirin

Li gorî rapirsiyên dawî yên medyaya Norwecê, Partiya Kar ji sedî 27, Partiya Bpêşketinê (rastgir) ji sedî 21 û Partiya Mihafezekaran ji sedî 15ê dengan werdigirin.

Partiya Çep a Sosyalîst û Partiya Sor jî her yek ji sedî 6ê dengan distînin.

Li gorî van encaman, ji bo avakirina hikûmetê pêwîstî bi koalîsyona du yan jî zêdetir partiyan heye.

Welatiyê bi navê Fêrxwaz Xelîl Okilo jî got, "Ez pêşbîniya guhertinên baş û bicihanîna zêdetir a demokrasiyê dikim.

Hêvî dikim ku hikûmet karibe piştgiriya me bike û bêhtir aramiyê pêk bîne.”

Bazirgan Anne Genderson jî anî ziman, "Hêvî dikiim ku bala hikûmetê zêdetir li ser guherîna avhewayê be û hemû karan ji bo rêgirtina li guherînên zêdetir bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst