Dusseldorf (Rûdaw) - Almanya û Brîtanyayê ji bo darizandina qaçaxçiyên ku koçberan dişînin Brîtanyayê li hev kir.
Roja înê ya borî, li yek ji xweşiktirîn û bilindtirîn lûtkeyên çiyayên Almanyayê, Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê û wezîrên karên navxweyî yên 5 welatên din ên Ewropayê li ser mijara koçberan civiyan.
Komîsera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Koçberan jî yek ji beşdarên din ên civînê bû.
Armanca wê lûtkeya li ser koçberan, pêşniyarkirina siyaseteke tundtir û wekî ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê dibêje bibandortir e, derbarê koçberan di nav Yekîtiya Ewropayê de.
Wezîrên karên navxweyî yên Fransa, Polonya, Awisturya, Danîmarka û Çekyayê beşdarî civînê bûn.
Mijareke girîng a civînê axaftina li ser dîtina mîkanîzmeke guncaw ji bo dersînorkirina hejmareke zêdetir a koçberan bû.
Siyaseta Almanyayê tundtir bûye
Hikûmeta niha ya Almanyayê bi şêwirmendiya Friedrich Merz, li gorî kabîneya beriya xwe, siyaseteke tundtir li hemberî koçberan dimeşîne.
Hefteya borî Merz li gel Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer peymank îmze kir ku di beşekî wê de behsa koçberan tê kirin.
Li gorî peymanê, Almanya dê tedbîrên yasayî bi dawî bike da ku ji niha û pê ve her kesê ku beşdarî şandina koçberan ji nav Yekîtiya Ewropayê bo Brîtanyayê bibe, wekî gumanbarê qaçaxçîtiyê tevger pê re bê kirin û bê darizandin.
Qanûnên niha yên Almanyayê û saziyên wê yên ewlekariyê zêdetir li pey wan kesan in ku koçberan bi qaçaxî tînin nav Yekîtiya Ewropayê û wan di navbera welatên Ewropayê de digerînin.
Ji ber ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê derketiye, valahiyeke yasayî hebû û Almanya nikarîbû alîkariya Brîtanyayê bike ji bo çavdêrîkirin an girtina wan kesên ku li Almanyayê ne û li Brîtanyayê guman li ser wan heye ku qaçaxçî bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse