Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) nêzîkî 1000 endamên artêşê yên ku aşkere xwe wekî trans didin naskirin ji nav refên xwe derdixe.
Pentagon her wiha dê mehekê demê bide wan kesên ku hîn nasnameya xwe ya cinsî de eşkere nekirine.
Ew leşkerên di nav mehekê de nasnameya xwe diyar nekin dê ji artêşê ên derxistin.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryarek da ku destûr dide îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku beşdariya kesên trans a li nav artêşê qedexe bike.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku dê tomarên bijîşkî vekole da ku wan kesên ku hîn bi eşkereyî daxuyanî nedane tesbît bike.
Rayedaran daxuyand ku ji 9ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve di erkên çalak, nobedariya neteweyî û xizmetên parastinê de 4 hezar û 240 leşker hene ku nexweşiya "nerehetiya cinsiyetî" (cinsîyet dîsforîya) bi wan re hatiye teşhîskirin.
Li gorî berpirsên Amerîkayê ev jî beşeke piçûk e ji 2 milyon kesên ku di xizmetê de ne lê wan jî qebûl kir ku dibe hejmar zêdetir be.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell di daxuyaniya xwe de got ku hezar leşkerên ku xwe xwekî trans diyar kirine dê bi pêvajoya dilwazî ji kar bên derxistin.
Ev gav bû gava herî dawî ya Donald Trump a ku endamên trans ên artêşê û veteranên trans dike armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse