Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew dê keştiya xwe ya balafiran a herî pêşketî, USS Gerald Ford ji Deryaya Spî bişîne Deryaya Karayîbê.
Tê gotin ku ev gav dê aloziya di navbera Amerîka û welatên Amerîkaya Latîn de ku ji ber êrişên li ser keştiyên sivîl bi hinceta têkoşîna li dijî kartelan derketiye zêdetir bike.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îhtimala planên êrişkirina li ser armancên bejayî yên li Amerîkaya Latîn anî zimên, Pentagonê ragihand ku ew dê keştiya xwe ya balafiran a herî pêşketî bişîne herêmê.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell eşkere kir ku hebûna deryayî ya berfirehkirî dê şiyana wan a ji bo "tespîtkirin, şopandin û astengkirina" wan aktor û çalakiyên neyasayî yên ku gefê li ewlehiya Amerîka û aramiya herêmê dixwin xurt bike.
Keştî dê berê xwe bide peravên Venezuelayê
Bi vê pêngavê re keştiya balafiran a USS Gerald Ford a ku dema erka wê ya li Deryaya Spî ber bi dawîbûnê ve diçe, dê li gel keştiyên şer, balafirên şer ên veşartî û balafirên çavdêriyê, berê xwe bide beravên Venezuelayê.
Bi dehan balafirên şer ên F-18 Super Hornet ên li ser keştiya USS Gerald Ford dê şiyana Amerîkayê ya ji bo lêdana sîstemên parastina hewayî yên li Venezuelayê zêde bike.
Şandina keştiya balafiran a ji bo Karayîbê, wekî nîşaneke zelal a niyeta kabîneya Trump a ji bo berfirehkirina êrişên xwe yên ji keştiyên biçûk ên ku qaşo narkotîkê vediguhêzin ber bi armancên bejayî ve tê dîtin.
Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) jî tevlî kampanyaya leşkerî bûye.
Trump di 15ê Çiriya Pêşîn de piştrast kiribû ku wî destûr daye CIAyê ji bo "operasyonên veşartî” pêk bîne.
Maduro: "Şerekî nû îcad dikin"
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ev pêngav rexne kir û got, "Wan soz dabûn ku careke din nekevin şer; niha jî şerekî nû îcad dikin."
Amerîka ji meha Îlonê ve bi îdiaya qaçaxçitiya madeyên hişbir êrişî herî kêm 9 qeyikan kiriye.
Di encama êrişan de bi dehan kes mirine lê ti daneyeke ku piştrast bike ka di wan qeyikan de madeyên hişbir hebûye nîne.
Serokê Amerîkayê doh diyar kir ku ev êriş dê berdewam bikin û got, "Ez texmîn dikim em dê wan kesên ku madeyên hişbir tînin welatê me bikujin baş e? Em dê wan bikujin, ango ew dê mirî bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse