Peymana Brîtanya û Fransayê ya dersînorkirina koçberan hat çalakkirin

09-08-2025
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Fransa Brîtanya Ajansa Penaberiyê ya Ewropayê (EUAA)
A+ A-

Dusseldorf- Hikûmeta Brîtanyayê dîmenên koma yekem a koçberan belav kir ku hatine desteserkirin da ku ji Brîtanya ji bo Fransayê werin şandin.

Ew koçber ew in ku berê bi qeyîkên biçûk ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûbûn.

Li gorî peymaneke ku di navbera her du welatan de hatiye îmzekirin, li hemberî her koçberekî ku Brîtanya wî vedigerîne, divê koçberekî ji Fransayê wergire ku merivên wî li Brîtanyayê hene.

Hikûmeta Brîtanyayê roja çarşema borî, dîmen belav kirin û rê neda ti medyayê ku kameraya xwe bişîne cihê veguhestina koçberên desteserkirî.

Heman rojê hat aeşkerekirin ku 155 koçber bi qeyîkên biçûk ji Fransayê derbasî aliyê din ê avê bûne.

Ji aliyekî din ve, Hikûmeta Brîtanyayê li aliyê Fransayê posterek di nav koçberan de belav kiriye ku dîmenê koçberekî li ser e û bi sê efseran hatiye dorpêçkirin û li balafirekê tê siwarkirin.

Nivîsa li ser posterê wiha dibêje, "Eger tu bigihîjî Brîtanyayê, tu dê werî girtin û ji bo Fransayê werî şandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst