Dusseldorf (Rûdaw) - Malbateke koçber a sê kesî, ku ji jin, mêr û zarokekê pêk dihat, ji Fransayê bi awayekî yasayî û bi mafê rûniştinê (îqame) ji bo Brîtanyayê hate veguhastin.
Brîtanya û Fransayê li hev kiriye ku li hemberî her koçberekî ku Brîtanya wî dersînorî Fransayê dike, koçberek ji Fransayê bi îqameyê derbasî Brîtanyayê bibe. Koçberên ku tên dersînorkirin, ew in ku bi qeyîkên biçûk ji Fransayê di nav Kanala Îngilîzan re xwe gihandine Brîtanyayê. Yên ku tên wergirtin jî ew koçber in ku li Fransayê ne û merivên wan ên bi îqame li Brîtanyayê hene.
Tevî vê nûçeyê jî, roja şemî û yekşema borî, 1,157 koçberên din bi qeyîkên biçûk gihîştin Brîtanyayê.
Ango wer dixuye ku cîbicîkirina peymana Brîtanya û Fransayê, koçber ji derbasbûna ber bi Brîtanyayê ve sar nekirine.
Rayedarên her du welatan tiştek li ser wê yekê eşkere nekiriye ku ew malbata hatiye wergirtin xelkê ku derê ye û ji bo kîjan bajarê Brîtanyayê hatiye birin.
Lê belê li aliyê Fransayê, karbidestên wî welatî ji medyaya xwe re gotine ku pirsgirêkeke wan a mezin di dîtina wan kesan de heye ku dibe hêjayî wê yekê bin bi vê rêyê bên ji bo Brîtanyayê şandin.
Sedema vê yekê jî ew e ku piraniya kesên li bajarên Calais û Dunkirkê ku koçber jê derbas dibin, ti nasname bi wan re nîne û ne pêkan e bi awayekî yasayî bê zanîn navê wan ê temam çi ye û xelkê kîjan welatî ne.
Hikûmeta Brîtanyayê bi cîbicîkirina peymanê kêfxweş e û diyar dike ku ew dê hêdî hêdî li ser wê yekê kar bike ku koçber têbigihîjin ku eger bigihin Brîtanyayê jî dê bên dersînorkirin.
Li aliyê din li hêla Fransayê tê gotin ku peyman ne praktîkî ye û xuya ye ku dê ji bo demeke dirêj berdewam neke.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse