Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Federal a Almanyayê ragihand ku di nav 3 mehan de 152 welatiyên Îraqî yên ku hewl daye bi awayekî neyasayî derbasî wî welatî bibin hatine redkirin.
Di heman demê de, 12 qaçaxçiyên Îraqî jî hatine desteserkirin.
Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Federal a Almanyayê amarên kontrolên sînorî yên di navbera 8ê Gulanê û 31ê Tîrmeha 2025an bi Rûdawê parve kir
Tirk û Sûriyeyî di rêza yekem de ne
Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Federal a Almanyayê diyar kir ku di wê demê de kesên ku herî zêde li ser sînor hatine redkirin ji Îraq, Tirkiye, Cezayîr, Sûriye. Ukrayna û Efxanistanê bûne.
Li gorî amaran 152 welatiyên Îraq, 78 welatiyên Îran 629 welatiyên Tirkiye û 550 welatiyên Sûriyeyê li ser sînorê Almanyayê hatine hatine destesekirin û ew yekser hatine redkirin.
Di nav kesên ku hatine redkirin de 447 zarokên di bin 13 saliyê de jî hebûne.
Berdevk her wiha got, "Ew zarok bi wan kesan re bûn ku dixwestin bi awayekî neyasayî derbasî Almanyayê bibin û li ser sînor hatine rawestandin û vegerandin."
Qaçaxçî bi piranî Sûriyeyî ne
Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Federal a Almanyayê eşkere kir ku piraniya qaçaxçiyan welatiyên Sûriye, Ukrayna û Efxanistanê bûne lê di nav wan de 12 welatiyên Îraqê jî hebûn.
Zêdetirî hezar kesên radîkal hatine tespîtkirin
Polîsê Almanyayê di daxuyaniya xwe ya 2yê Îlonê de jî ragihandibû ku di kontrolên sînorî de hezar û 236 kes wekî endamên komên radîkal ên rastgir, çepgir, dijî-biyanî yan jî Îslamî hatine tespîtkirin.
Li ser pirsa Rûdawê ya “Gelo endamên DAIŞê di nav wan de hebûn yan na?” Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Federal a Almanyayê da zanîn ku ew tomar ji aliyê Polîsê Federal ve nayê kirin.
Li gorî biryara Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê, ji 7ê Gulana îsal ve li ser sînorên Schengenê yên bi Fransa, Belçîka, Holanda, Luksembûrg, Polonya, Çekya, Awisturya, Swîsre û Danîmarkayê re kontrol hatine destpêkirin.
Di navbera 8 û 31ê Tebaxa îsal de, 17 hezar û 417 kesan hewl daye bi awayekî neyasayî derbasî Almanyayê bibin û ji wan 12 hezar û 885 kes hatine redkirin an vegerandin.
Her wiha di çarçoveya van kontrolan de, 8 hezar û 489 kesên ku biryara girtina wan hebû jî hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse