Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji Îdareya Serbixwe ya Raperînê li rêya Ewropayê mir.
Ew ciwan bi belemê ji Tûnisê ber bi Îtalyayê ve diçû.
Bûyer nêzîkî 10 roj berê qewimî.
Navê wî ciwanî Roj Ehmed e û xelkê navçeya Ranyeyê ya Silêmaniyê ye.
Roj Ehmed dema ku dixwest ji Tûnisê biçe Îtalyayê, li nava belemê ketiye û serê wî li hesinekî ketiye.
Roj Ehmed piştî ku 10 rojan li nexweşxaneyeke Îtalyayê ma, îro malbata wî ji mirina wî hat agahdarkirin.
Pismamê wî Bawer Pîrot ji Rûdawê re ragihand ku 25 koçber bi hev re û bi 2 beleman ji Tûnisê ber bi Îtalyayê ve bi rê ketine û di wê belemê de ku Roj Ehmed jî tê de bûye 15 kes hebûne.
Bawer Pîrot her wiha got, "Piştî ku gihîştine beravên Îtalyayê, ew rasterast bi helîkopterê ber bi nexweşxaneyeke Îtalyayê ve hatiye veguhastin."
Pîrot ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku ji bo vegerandina termê pismamê wî alîkariya wan bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse