Trump: Roja yekşemê ez ji bo agirbestê diçim Rojhilata Navîn

09-10-2025
RÛDAW
Nîşan Dobald Trump Şerê Xezeyê Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di pêvajoya jinûveavakirina Xezeyê de, Filistîniyên li wir bi zorê ji cihên wan nayên derxistin û da zanîn ku ew plan dike roja yekşemê serdana Rojhilata Navîn bike.

Serokê Amerîkayê Trump, li Koşka Spî bi Serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb re civiya û li Ofîsa Oval bersiv da pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê.

Trump tekez kir ku pêvajoya agirbesta li Xezeyê dê bi awayekî baş bimeşe û hemû welatên herêmê piştgiriyê didin vê planê.

Trump xwe ji bo serdana Rojhilata Navîn amade dike

Serokê Amerîkayê ragihand ku piştî serkeftina dan û standinên derbarê qonaxa yekem a plana aştiyê ya Xezeyê ku agirbest û azadkirina dîlan li xwe digire, plana wî heye roja yekşemê serdana Rojhilata Navîn bike.

Trump ji rojnamevanan re got, "Dîl dê roja duşemê an sêşemê vegerin. Dibe ku ez li wir bim.

Ez hêvî dikim ku li wir bim. Em plan dikin ku roja yekşemê bi rê kevin û ez bi kelecan li benda wê me."

"Kes bi zorê ji cihê xwe nayê kirin"

Li ser pirsa "Gelo hûn piştrast dikin ku di pêvajoya jinûveavakirina Xezeyê de Filistînî bi zorê ji cihên xwe nayên derxistin?", Trump wiha bersiv da:

"Na, berevajî, kes bi zorê ji cihê xwe nayê kirin. Em ti carî nefikirîn ku tiştekî wisa bikin. Ev planeke hêja ye, ev planeke aştiyê ye û planek e ku her kes piştgiriyê dide wê."

Serokkomarê Fînlandiyayê Stubb jî ji ber rola wî ya di pêvajoya peymana agirbesta li Xezeyê de spasiya Serokê Amerîkayê Trump kir û got, "Ez dixwazim we ji ber tiştên ku me di 24 saetên dawî de li Xezeyê dîtin pîroz bikim. Ev bi rastî peymaneke dîrokî ye."

Mijara Xelata Nobelê ya Aştiyê

Trump li ser pirsên derbarê dayîna Xelata Nobelê ya Aştiyê ji wî re jî axivî û eşkere kir ku wî heta niha dawî li 7 şeran aniye û "şerê" di navbera Îsraîl û Hemasê de jî bi dawî kiriye.

Trump bi bîr anî ku Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama jî ev xelat wergirtiye û îdia kir ku Obama tevî ku serokekî xirab bû û ti tişt nekiribû, ev xelat wergirt.

"Dibe ku divê hûn Spanyayê ji NATOyê derxin"

Serok Trump her wiha îdia kir ku di nav welatên endamên NATOyê de ji bilî Spanyayê hemû welatên din lêçûnên xwe yên parastinê zêde kirine lê Spanya di vî warî de xemsar e.

 Trump di daxuyaniya xwe de birêvebiriya Madrîdê rexne kir û got, "Dibe ku divê hûn wan ji NATOyê derxin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst