Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî qaçaxçiyên narkotîkê bangî welatên Amerîkaya Latîn kir ku "artêşeke hevbeş" ava bikin.
Petro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê diyar kir ku Amerîka komên narkotîkê wekî hincet ji bo dagirkirina herêmê bi kar tîne.
Petro bal kişand ser zererên qaçaxçiyan û got,"Ew kesên ku bi bazirganiya narkotîkê re mijûl dibin, bûn hinceteke herî baş a ji bo êrişan.
Tevî hemû aloziyên dagirkeriyê, divê em wekî artêşên Amerîkaya Latîn werin ba hev da ku vê hinceta ku feydeya wê ji kesî re nîne ji welatên xwe derxin."
Petro diyar kir ku ji bo nehiştina komên narkotîkê divê Amerîkaya Latîn artêşeke hevbeş ava bike û got:
"Divê Amerîkaya Latîn li dijî aktorekî ku îstîkrara wê xera dike xwe biparêze. Ev yek jî yekîtiya gelan, hêzên çekdar û dewletan dixwaze."
“Em Kubayê nafiroşin”
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Kubayê Bruno Rodriguez bertek nîşanî gefên Amerîkayê da û ragihand ku "Kuba nayê firotin."
Rodriguez li ser hesabê xwe yê Xê li dijî îhtimala desttêwerdana leşkerî ya li ser welatê xwe peyivî û got:
"Em Kubayî ne amade ne ku welatê xwe bifiroşin, li beramberî gef û şantajan gavan bi paş ve bavêjin yan jî dest ji mafê xwe yê avakirina qedera xwe berdin."
Rodriguez diyar kir ku Amerîka di dema borî de 67 sal in li dijî Kubayê êrişan dike û got, "Em dê bi hev re şer bikin û em dê bi ser bikevin. Şoreşa Kubayê dê ji bo azadiya gelên Amerîkayê bibe mînak."
Wezîrê Karên Derve yê Kubayê li Caracasê beşdarî merasîma bîranîna wan leşkeran bû ku 3yê mehê di êrişên Amerîkayê de canê xwe ji dest dabû.
Di merasîmê de hat bi bîr xistin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 7ê mehê Kuba jî wekî hedefeke muhtemel nîşan dabû.
Hikûmeta Kubayê ragihand ku di dema desttêwerdana leşkerî ya Amerîkayê ya li ser Venezuelayê de 32 leşker û polîsên wan hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse