PSK: Keda Bozarslan a ji bo doza Kurdan ji bîr nabe

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehmed Emîn Bozarslan Koça Dawî PSK Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji ber wefata Mehmed Emîn Bozarslan peyameke sersaxiyê weşand.

Nivîskar, zimanzan û alimê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan doh li Swêdê koça dawî kir.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama bi îmzeya Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel de wiha hat gotin:

“Em îro pir xemgîn in.

M. Emîn Bozarslan, kedkarê doza azadiyê, dildar û xebatkarê zimanê Kurdî li Swedê wefat kir.

Em di heman demê de şanaz in bi mirata mamosteyê gewre Bozarslan a tije xebat, lêkolîn û berhemên giranbiha.

M. Emîn Bozarslan tevahiya temenê xwe ji bo ziman, çand, dîrok, wêje û folklora Kurdî bexşand.

Ji salên 1960î û pê ve bi dehan berhemên derbarê dîroka Kurd û Kurdistanê wergerandin zimanê Latinî û ji windabûnê ê derxistin ronahiyê. 

Wî bi sebrekê mezin rojnameyên destpêka sedsala 20î pêşkêşî nifşên nû kirin.

Bozarslan 20 salên xwe ji bo çar cildên Ferhenga Kurdî terxan kirin.

Derbarê çand, huner û folklora Kurdî şaheserên zêrîn afirandin.

M. Emîn Bozarslan zana, zimannas, dîroknas, edebiyatnas û wergerêkê hêja bû.

Wî tenê ji bo çand û zimanê Kurdî xebatekê bê westan nekir, her wisa ji bo azadiya miletê Kurd kete zindanan, zilm û tehda dît, temenekî xwe yê dirêj li sirgunê de derbas kir.

Em minetdar in ji ked û xebata wî ya zerîn ku Miletê Kurd pê serbilind e.

Bila rihê Mamosteyê gewre M. Emîn Bozarslan şad be.

Bila serê malbata wî û ya gelê Kurd sax be.

Ked û berhemên wî dê her tim riya me rohnî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst